Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Akin Ulusoy och svenska sedlar
Aborînas Akin Ulusoy dibêje Skatteverket weke tedbîr giraniyê dide ser zanyariyên bacê. Wêne: Besir Kavak & Anders Wiklund/TT
Qanûn û exlaq

”Mirov ji mirin û dayina bacê xelas nabe!”

8:02 min

Li gor qanûnê mirov dikare ji Swêdê pereyên xwe bibe dewleteke din, da ku kêmtir bacê bide. Lê ji aliyê exlaqî ve kiryarên wiha li Swêdê pir eyb in û giraniya xebata Daîreya Bacê jî ew e ku bi awayî exlaqî pêşî li van kiryaran bigre. Ev gotinên aborînas Akin Ulusoy in.

Berya çend rojan lêkolîneke berfireh a komek rojnamevanên navneteweyî hate belav kirin. Di lêkolîna ku ji mîlyonan belge pêk tê de navê zengînên ku pereyên xwe dibine derveyî welatê xwe tê eşkere kirin. Ji Swêdê jî derdorê 2000 kes di lîsteyê de ne. Di nav van de çend kesên xwedîmeqamên bilind jî hene. 

Lê gelo çima hin zengîn sermayeya xwe ji Swêdê derdixin û Daîreya Bacê (Skatteverket) di rewşên wiha de çi dike? Li ser van mijarê em bi aborînas Akin Ulusoy re axivîn.

Ji bo guhdariya hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".