.
Wêne: Johan Nilsson/TT

Diz ketine sîstema kmpiyûterê ya polîsan

1:40 min

Radyoya Swêdê ragihand ku beşê lêkolînên taybet yê polîsan lêkolîneke berfereh li ser diziyeke mezin ji sîstema kompiyûterê ya polîsan dike.

Ev demek e haya polîs û dozger ji vê heye û lêkolîn li ser hatiye dest pê kirin. Mirov, herweha di wê bawerê de ye ku wêne û zanyariyên hatine dizîn, ketine ber destê tawankaran.

Bi dîtina Sven-Erik Alhem bisporê hiqûqî û serdozgerê berê, eger ji destê polîsan bi xwe ev zanyarî hatibine dizîn û gehandibine destê tawankaran dê ev problemeke bitahlûke be.

Weha diyar dibe ku ev sîstema kompiyûterê ya ku diz ketinê ne girêdayî wê ye ya li ber xizmeta polîsan. Her ji ber vê jî şik diçe ser wê ku ji nava polîsan bi xwe dest di vê de hebin, lê ji ber ku lêkolîn hîn timam nebûne, çi aliyekî ev pişt rast nekiriye.

Li gor Sven Andersson, berpirsiyarê çalakiyên îstîxbaratî li beşê lêkolînên taybet mirov, nikare tiştekê zêde di vê pirsê de bibêje, ji ber ku lêkolînên destpêkê hîn berdewam in.

Ew diyar dike ku niha zanyariyên derbarê vê pirsê de heyîn tên kom kirin û ew piştre dê hên şirove kirin. Piştre mirov dê bizanibe ka çi gav pêwîste bihê havêtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista