Annika Strandhäll (S), wezîra civakê.
Annika Strandhäll (S), wezîra civakê. Wêne: Erik Simander/TT

Kesên xesandî bedelê werdigirin

1:36 min

Hikûmet dixwaze bedelê bide wan kesên di demê cinsiyet guherandinê de mecbûrî xesandinê bûne. Bedel û tezmînata ku hikûmet ji wan kesan re pêşniyaz dike 225 000 kron in.

Heta sala 2013 û li gor qanûnê, her mirovê bixwesta cinsiyeta xwe bi awayekê resmî biguhere diviyabû ew bihata xesandin.

Qanûn hat guherandin û ew mercê xesandinê nema. Herweha pê re pirsa tezmînatê bo wan 600 – 700 kesên mecbûrî xesandinê bibûn ser hilda. Îro hikûmet dê pêşniyaza xwe ya bedeldayînê pêşkêşî şûraya qanûnî dike.

Wezîra civakê Annika Strandhäll di axiftina xwe de bo ajansa nûçeyan TT diyar dike ku her kesê daxwaza wî ya cinsiteyguhereandinê, wî demî ji aliyê hikûmetê ve hatibû qebûl kirin, mafê tezmînatê heye.

Annika Strandhäll herweha dibêje ku hikûmet dizane ev tiştekî ji ya bûye naguhere, lê ew dixwazin eşkere bêjin ku merca xesandinê şasiyek bû û ew îro bi dijwarî li dijî wê radiwestin.

Ev qanûna nû ji meha pênc ya sala 2018 dest pê dike. Kesên ku ev qanûn jê digire du sal li pêşiya xwe hene ku tê de daxwaza tezmînatê bikin.

Gelek rêxistinên wekî Federasyona homoseksuelan û ya biseksuelan daxwaza 535 000 kronan wekî bedel kiribû, Wan herweha xwestibû ku hikûmet bi awayekê resmî daxwaza lêborînê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".