.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Mibalexe di daketina buhayên xaniyan de heye

2:40 min

Gelek kes ditirsin buhayên xaniyan gelek dabikevin. Lê çendîn aborînas berûvajiya vê dibêjin û bi gotina wan mibalexe di sohbeta daketina buhayên xaniyan de tê kirin.

Tomas Ernhagen ji Yekîtiya xwediyên xaniyan vê pirsa daketina buhayên xaniyan bi şerekê medyayê yê sernivîsan bi nav dike. Bi dîtina wî mibalexe di vê de heye. Ew bawer nake ku ketineke mezin di buhayê xaniyan de çêbe.

Berpirsiyara darayî ya Swedbankê Anna Breman jî dibêje ku gelek derbarê vê tê gotin. Lê bi dîtina wê dê buhayên xaniyan li Swêdê berdewam zêde bin. Wê herweha got ku çi statîstîkek daketina buhayên xaniyan li Swêdê berçav nake.

Ew dibêje wextê buhayên xaniyan pir zêd dibûn behsa wê hat kirin ku divê tiştek bihê kirin û ji ber wê merca dayîna fayizeya deynî hat. Bi gotina wê niha bazar aram bûye û pêwîstî bi çi qaîde û gavên nû nîne.

Wezîrê bazara darayî Per Bolund (MP) dibêje ku buhayê xaniyan jî wekî hert tiştê din nikare berdewam bilind bibe. Bi dîtina wî dê tiştek ecêb bûya eger buhayên xaniyan sal bo sal û her û bê rawestan bilind bûna. Ew vê arambûnê bi çaverêkirî dibîne û çi kêmasiyê di wê de nabîne ku balansek bikeve nav bazara xaniyan û buhayên wan.

Ya diyar ew e ku buhayê wan xaniyên ku beşek jê milk e û zêde giran in û li bajarên mezin in, hinek daketine. Lê wekî din aboriya Swêdê û bazara karî hîn bihêz e. Alikariya malî ya zarokan tê zêde kirin û yên teqawidkirî baceke kêmtir didin. Herweha hatina bo nav bajarên mezin di zêdebûnê de ye û ev aramieyekê dide bazara xaniyan.

Komisyona çavdêr ya darayî ya ser bi wezareta darayî dê roja duşemê pêşniyazekê li ser zêdekirina mercên deyndanê bo wan kesên xaniyan dikirin pêşkêş bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista