Radyoya Swêdê
Radyoya Swêdê Wêne: Martina Holmberg / TT

Rojnamevana Radyoya Swêdê di programa xwe de namîne

1:19 min

Ew pêşkêşkera progarman ya di Radyoya Swêdê de bi destdirêjiyên cinsî bo ser hevkarên xwe hatibû tohmet bar kirin, dê êdî wê programê pêşkêş neke.

Berî demekê hevkarên wê di radyoyê de şikyat li wê û reftarên wê kiribûn. Radyoyê lêkolîneke navxweyî derbarê wê çendê vekir.

Îro Radyoya Swêdê diyar kir ku ew êdî di wê programê de kar nake. Lê seroka Radyoyê Cilla Benkö ne navê wê got û ne got jî ku ew dê êdî li radyoyê kar neke.

Seroka Radyoya Swêdê diyar kir ku di encama lêkolîna navxweyî ya Radyoyê de çend tişt eşkere bûne ku li cem Radyoya Swêdê nahên qebûl kirin.

Wê herweha got ku ew li radyoyê li dijî hemî rengên destdirêjî, heqaret lêkirin û tawanên aborî ne û her li gor van prensîpan wan biryar wergirtine û îro kesên peywendîdar bi biryara xwe agahdar kirine. Lê wê nexwset bibêje ka ew çi biryar in.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".