Pressbild.
1 av 2
Pressbild. Wêne: Pressbild.
Ala Riani û Siri Bengtén.
2 av 2
Ala Riani û Siri Bengtén. Wêne: Radyoya Swêdê. Wêne: Wêne: Radyoya Swêdê.
Şanoger Ala Riani:

”Barê jinan hîna jî giran e”

7:56 min

Pirsa wekheviyê, femînîzm û têkoşîna jinê ji bo mafê xwe di civakê de jîndar dibe di şanogeriya ”Minns du Zenobia?"/Zenobiya tê bîra te? de.

Ev şanogeriya nû giraniyê datîne ser jinên bi hêz yên bi awayekî cîhan guhertine lê yên di dîrokê de jibîrkirî ne yan ciyek li gor hêjayî û qedrê wan ne geheştiye nav û xebata wan.

Şanogera Ala Riani rola şahjina ji Tedmurê, Zenobiya, dilîze û ew mijara sereke ya vê şanogeriya gelekî aktuel û hevdem dibîne.

Di vê şanogeriyê de em derbasî jiyana şeş jinên dîrokî dibin.

Şahjin Zenobia, ya li dijî roman şer kir. Olympe de Gouges, femînîsta şoreşvan ya ji bo şoreşa fransî jî zêde radîkal bû. Marsha P.Jonson, çalakvana mafê kesên trans û ya yekem bû ku li dijî polîsê amerîkî serî hilda di dawiya salên 1960 de.

Violeta Parra, muzîkjena folklorî ya ji Çîlê û damezirênera tevgera siyasî a muzîkî, Nueva Cansion bû.

Lise Meitner, jina ku fîziyona atomî ya nukleer keşif kir û ya bû bingehê avakirina bombeya atomî. Û Sigrid Hjertén, hunermend û resama swêdî ya rengekî din da hunera nûjen.

Ev her şeş jin dîrokî ne, wan bi awayên cuda tekoşînek di dema xwe de kirine, hemû kesayektiyên di vê şanogeriyê de ji bo dema xwe radîkal bûn û xwedî nerîn û kiriyarên cuda bûn.

Siri B Bengtén, 24 salî, derhêner û birêvebira hunerî ya vê şanogeriyê ye û ew herweha rola Sigrid Hjertén di vê şanogeriyê de dilîze. Wê beriya nuha hunera siyasî li ser şanoyê amade kiriye lê vê carê xwest karekî femînîstî yê taybet pêşkêş bike. Li gor wê valahiya vê mijarê di warê huner de heye.

-Min xwest ez jinê û çîrokên derbarê jinê di şanogeriyêkê de amade bikim lê min hizreke taybet nebû ta rojekê min ji nişka ve li ser Facebooka xwe  sernivîsek dît:”Ma tu van jinên mezin yên dîrokî nas dikî? ”û di lîsteyê de heft jin hebûn, lê min yek ji wan jî nas nekir û bi vî awayî hizra vê şanogeriyê ava bû.

Siri Bengtén berdewam dike û dibêje:

Min dest pê kir û dîroka jinê xwend û diyardeya ku jin di dîrokê de bi qasî mêr nehatiye nûnerî kirin di kitêbên dîrokî de, û ev yeka bala min kişand.

Wê şeş jinên dîrokî yên xwedî bandor û yên bi demê re hatine jibîr kirin bo vê şanogeriyê hilbijart û bi qesd xwest ku ji paşxane û serdemên cuda bin.

Pirsa wekheviyê û neheqiya ku ev jin tê de derbas bûne mijarên giran û bi xem in. Lê wekî stîl û awayê amadekirinê, ya derhêner çîrokên van her şeş jinên dîrokî bi hev re û ne yek û yek hûnandine. Hemû di yek odeyê de asê ne, bi pêkenîn, muzîk û dramaturgî çîroka xwe ji hev re dibêjin û behsa derdora xwe dikin.

Şanogeriya ”Minns du Zanobia” di dawiya vê heftiyê de, ta roja yekşemê li Stockholm tê nîşandan. Ta nuha balkişandina bo şanogeriyê di nav bînerên Stockholmê de mezin bû û ji ber wê, Ala Riani dibêje em hêvî dikin dubare di teatroyên bajarî de bêne nîşan û bigihêje bajarên din jî ji ber ev mijar gelekî giring û aktuel e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".