.
Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT

Lêkolîn li ser gendeliya şîrketên teqwidiyê tê kirin

Teqawid kurmanci
1:44 min

Tirsa wê heye ku hinek şîrketên teqawidyê, kesên ku pereyên xwe li cem wan ji bo teqawidiyê danîne xapandibin.

Daîreya pirsên teqawidiyê şik biriye ser çend şîrketan û ew lêkolînê di wî warî de dike.

Olle Settergren şefê şiroveyan li daîreya pirsên teqawidiyê behsa sê çar şîrketan dike ku gazinde li ser hatine kirin yan şik ketiye ser dahatên wan û awayê miameleya wan li gel pereyên teqawidiyê.

Berî niha jî gelek pereyên ku teqawidkaran ji xwe re li cem herdu şîrketên Falcon Fund û Allra danîbûn ser hev wenda bûn. Dibe ku niha jî xelkê pereyeên xwe danî bin cem şîrketine miameleyeke xerab bi pereyên wan dikin û wan dixapînin.

Bi gotina Olle Settergren yek ji wan şîrketan dikare GFG be û mirov şikê dibe ku 300 milyon kron ji pereyên ku xelkî ji bo teqawidiya xwe di fondê wan de danîne wenda bûne.

Sîstema teqawidê li Swêdê ji sê beşan pêk tê. Teqawida giştî (Almän pension) ya her kes di jiyê teqawidiyê de distîne. Ya din teqawida ji miaşê karî ye (Tjänstepension). Ew jî tê wê manayê ku hinek xwediyên karî, beşek bicûk ji miaşên karmendên xwe, ji bo teqawidiya wan ya bi navê teqwidiya karî, têxin nav fondan. Ya sê ya ku ev nûçe behsa wê dike ew pere ne, yên ku mirov bi xwe têxe cem hinek şîrketan ji bo teqwidiya xwe (Eget sparande).

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".