Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Maja Suslin/TT
Guhdar bike
(2:06 min)

Xanî ji bo penaxwazan kêmtir dibin

Hat weşandin måndag 13 november 2017 kl 10.46

Daîreya Koçê berdewam e li ser fesixkirina peymanên xwe yên li gel kamp û xaniyên bo penaxwazan hatibûn bikirê girtin.

Di nava sala li pêşiya me de dê hemî ew peymanên prîvat yên bikirêgirtina kamp û xaniyan, ji aliyê Daîreya Koçê ve hên îbtal kirin. Ew dê herweha dest bi betalkirina peymanên kirê yên xaniyên xwe jî, yên bo penaxwazan destnîşankirî bike.

Ji sala 2016ê û li gel kêmbûna hejmara penaxwazan Daîreya Koçê, ji wê hejmara ciyên ji bo penaxwazan, ku bi demkî bikirê girtibûn, 40 hezar cî kêm kirin. Niha nêzîkî 6 000 ciyên prîvat hene ku hîn Daîreya Koçê peymana kirêdariyê pê re heye û ew hemî dê di sala bihê de hêne îbtal kirin.

Daîreya koçê herweha dixwaze di sala 2018ê de ciyên ji bo penaxwazan di xaniyên xwe bi xwe de amadekirî jî kêm bike. Wê li ber e bes 25 000 ciyan ji bo penaxwazan bihêle.

Li gor berpirsiyarê xaniyan li Daîreya Koçê Kenneth Karlssson ew dê pişta xwe din îmkanên xwe yên berdest û dê xwe li gel hejmara penaxwazan biguncînin.

Daîreya Koçê hizir dike ku dê wê corekê peymanan li gel hinek ciyên prîvat hebe, ew jî bo demê pêwîstiya wan bi wan xaniyan hebe. Lê peymaneke weha ye ku ew çi kirêyan nede, eger ew cî vala bimînin, yanî ew dê kirê bes di demê hebûna penaxwazan di wan xaniyan de bide.

Yek ji wan ciyan Kallgården li Åre ye. Jan Känngård berpirsiyarê birêvebriya wan xaniyan ne bi wê bawerê ye ku ew dikarin xaniyan, her demê Daîreya Koçê xwest jê re berdest bikin. Bi gotina wî ew nikarin bê beramber xaniyên xwe vala bihêlin û eger ew avahiyê xwe bifiroşin, ew dê peymana xwe li gel Daîreya Koçê fesix bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".