Tomas Tobé, peyivdarê hiqûqî yê Moderatan.
Tomas Tobé, peyivdarê hiqûqî yê Moderatan. Wêne: Jessica Gow/TT

Moderat dixwazin cezaya tecawizê dijwartir be

1:15 min

Partiya Moderatan daxwaz dike ku cezaya teciwazê û ya tecawiza bo ser zarokan dijwartir bibe. Ew pêşniyaz dikin ku cezaya herî kêm ya zindankirina du salî, zêde bikin bo sê salan.

Peyivdarê hiqûqî yê Moderatan Tomas Tobé di konferanseke rojnamevanî de diyar dike ku di van salên dawiyê de destdirêjiyên seksî û tecawiz pir zêde bûne. Bi dîtina wî divê êdî mirov bi ciddî berê xwe bide vê tawanê.

Wî di wê konferansa rojnamevanî ya îro hatibû kirin got ku ev 50 sal in cezaya herî kêm, wek xwe, bê guhertin maye. Û bi gotina wî divê tawankarên van core destdirêjiyan demeke dirêjtir di zindanan de bin.

Partiya Moderatan di nava wan pêşniyazên xwe de daxwaza tezmînateke zêdetir bo qurbaniyên tecawiza cinsî dike. Kesekê ku tecwazi li ser hatibe kirin di roja îro de 100 000 kron bi navê bedela heqaret pê kirnê distîne. Li gor Moderatan divê ev gelek zêdetir be û kesên tawankar wî pereyî bidin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista