Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Swêd derbasî Şampiyoniya Cîhanê bû.
Wêne: Jonas Ekströmer/TT
Guhdar bike
(2:43 min)

Swêd derbasî Şampiyoniya Cîhanî bû

Hat weşandin tisdag 14 november 2017 kl 10.10

Swêd derbasî Şampiyoniya Cîhanî bû piştî maça bi Îtaliyayê re. Maça doh êvarî li Îtaliyayê bi 0-0 bi dawî bû.

Û roja îniyê jî di maçeke din de di navbera Swêdê û Îtaliyayê de Swêd 1-0 zora Îtaliyayê bir. Encamên van herdu maçan bi hev re ji bo Swêdê serkeftineke mezin bû û cî di Şampiyoniya cîhanî de girt. 

Kêfxweşiya swêdiyên doh li Mîlanoyê amade bûn bêsînor bû. Andreas Brolin ji Vallentunayê dibêje ev ecêbî ye û nayê bawer kirin. 

"Min hîna jî fêhm nekiriye ku em nuha derbasî Şampiyoniya Cîhanî bûne û em dê li Rûsiyayê bilîzin. Maça doh gelekî germ bû û em hemû bi heyecan bûn ji ber encamên wê."

Dora 1 500 alîgirên taximê swêdî doh li Mîlano li maçê nerîn û li aliyê din 70 000 heyranên îtaliyayî li cih amade bûn.

Ji sala 1958 de Îtaliya her car derbasî Şampiyoniya Cîhanî bûye lê doh taximê swêdî wan ji Şampiyoniya vê carê hiştin.

Li gor Giorgio Constanzo yê îtalî ev xisareke dîrokî ye:

"Ev xisareke dîrokî ye û lîstika îtaliyan nebaş bû, ji ber wê Swêd hêjayî ciyê di Şampiyoniya Cîhanî de ye."

Li gor nerîna wî divê taximê îtaliyayî genctir bibe

Janne Andersson, rahênerê û berpirsê taximê swêdî îro beriya nîvro civîneke çapemenî li dar xist û tê de bi çavên tijî hêsirên dilxweşiyê razîbûn û kêfxweşiya xwe anî ziman:

-Têgihiştin û bawerkirina ev serkeftina me bi hev re pêk anî zehmet e. Dema mirov her bi maçê û lîstikê ve mijûl e, mirov bi derengî fêhm dike bê wateya wê çiye. Em gelekî kêfxweşin, kêfxweşiya min bêhtir dibe dema ez li yên hawîrdora xwe dinerim û dibînim bê encamên vê maçê çend bandor li wan kirî ye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".