Nexweşxaneya Swêdî ya Teybet li Hewlêrê & Lokman Atroshi birêveberê Giştî.
Nexweşxaneya Swêdî ya Teybet li Hewlêrê & Lokman Atroshi birêveberê Giştî. Wêne: prîvat.
Celadet Celiker:

"Planên me tevlihev bûne"

5:20 min

Têkçûna peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê kartêkirina xwe kiriye ser kurdên Swêdê yên li herêma başûrê Kurdistanê kar dikin.

Bi taybetî qedexeya li ser hatinûçûna balefirên navneteweyî ji û bo herdu balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê. Vê qedexeyê asteng xistine ber hatinûçûna kesên prîvat, rêxistinên alîkariya mirovî û gelek kesên ku kar û xebatên wan di navbera Swêdê û herêma başûrê Kurdistanê de  dabeş bûne.

Yek ji van doktorê nexweşiyên şekirê Lokman Atroshi. Ew piştî qedexeya firînê li Stockholmê asê maye. Bi dîtina wî ev ne bes kar dike ser hatin û çûnên wî wekî doktor di navbera Swêd û Hewlêrê de, lê herweha bandora vê qedexeya li ser wê herêmê, ketiye ser Nexwşxaneya Taybet ya Swêdî ya li Hewlêrê jî ku ew birêveberê wê yê giştî ye.

Bi gotina wî sedî heştê ji personalê wan wekî wî ji derve ne, gelek doktorên pispor ji Swêdê ne û gelek pêwîstiyên xestê jî ji derve tên.

Ku qedexeya li ser balefirên navneteweyî berdewam be dê bandora wê ya xerab li ser xestexaneya wan hebe.

Nexweşxaneya Swêdî ya Teybet sala 2012 bi însiyatîva sê doktorên kurd yên li Swêdê hat damezrandin û ji gelek beşan pêk têt. Mebest ew bûye ku ew bi eynî kalîteya nexweşxaneyên li Swêdê be. Her ji bo wê jî wan sedî heştê ji personalên xwe ji Swêdê û dewletên din yên Ewrupayê peyda kirin.  

Celadet Celiker doktorê taybet yê nexweşiyên çavan, berpirsiyarê beşê çavan e li Nexweşxaneya Swêdî ya li Hewlêrê û yek ji damezrênerên wê ye. Celiker sê hefteyan li Swêdê kar dikir û hefteyekê jî li Erbîlê miayene û îlaca nexweşên xwe yên wê derê dikir. Ew jî piştî qedexeya li ser firîna balefiran bo Hewlêrê li Stockholmê maye. Me ew li Kistagalerian dît û wî ji me re got ku ew wê hêsan nabîne ku bi rêya  Bexda yan Tirkiyê biçe Hewlêrê.

Ji bilî nexweşxaneya Swêdî, Atroshi diyar dike ku ev qedexeya hatinûçûna balefiran bo herêma başûrê Kurdistanê astengan têxe ber gehandina alîkariyên mirovî bo xelkê û penaberên wê derê.

Ew dibêje ku vê bi xerabî kar kiriye ser xebata rêxistinên xêrxwaz yên derve û wê alîkariya ew ji derve dibin herêma başûrê Kurdistanê.

Bi gotina Atroshi divê mirov ji bo standina vîzeya îraqî dawetname hebe û eger ew bêjin ew dê ji bo karê alîkariyên mirovî herin Kurdistanê fîzeyê nadin wan.

Atroshi dibêje yekî ji hemkarên wan li Swîsre daxwaza fîzeyê ji bo wê mebestê ji sefareta Îraqê kir û pê neda. Ew gelek ji vê rewşê nîgeran e ku ev bibe sebeba wê ku alîkariya pêwîst negehe destê wan penaberên gelek pêdivî pê heye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".