Dalkurd och Ramazan Kizl
Serokê klûpa Dalkurdê Ramazan Kizil. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio.

Dalkurd bar dike Uppsala

0:55 min

Ji destpêka 2018ê pê de Dalkurd wê bar bike Uppsala. Sebeb ew e ku şert û mercên lîstina li Borlänge nînin. Vê agahiyê Dalkurd îro di malpera xwe ya fermî de weke daxuyaniyeke ji bo raya giştî diweşîne.

Taximê futbolê Dalkurd ku di 2004ê de ji aliyê kurdên Borlänge ve hatibû damezirandin ji hingî ve jî li saheya Domnarsvallen a Borlänge ve dilîze. Di lîstikên îsal ên Superettan de wê performanseke serkeftî nîşan da û sala bê ew ê di lîga herî bilind a Swêdê, Allsvenskan de bilîze. 

Ji berê de hin alozî di navbera Dalkurd û şaredariya Borlänge de hebûn. Di daxuyaniya Dalkurd ku hatiye belav kirin de jî behsa vê aloziyê tê kirin û tê ragihandin ku biryara barkirinê rêvebiriya Dalkurdê yekdeng bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".