.
Wêne: Anders Wiklund/TT

Bihezaran jinên hiqûqnas li dijî seksîsmê derdikevin

2:22 min

Heta jinên hiqûqnas jî şahidiyê derbarê heqaretên seksî didin. Di bangeke ku Svenska Dagbladet weşandiye 4 445 jin behsa destdrêjî û heqaretên di wî warî de dikin.

Van çend hezar jinan îmzeya xwe xistiye ser vê gaziyê. Ew şahidiyê li ser wan hemî core destdirêjî û heqaretên cinsî yên li hember wan hatine kirin didin. Her ji gotinên rûmetşikên û heta tecawizên cinsî.

Wezîra zanyarî û lîseyan Anna Ekström ku berê wekî hiqûqnas kar kirye piştgiriyê dide vê tevgera ku jinan dest pê kiriye . Ew diyar dike ku wan, wekî jinên hiqûqnas bi salan behsa vê kiriye, lê ne vekirî. Bi dîtina wê dilê mirovî pir rehet dibe dema mirov dibîne ew qas jin devê xwe vedikin û rastiya heyî bêjin.

Morgan Johansson, wezîrê dad û navxwe yê Swêdê di axiftina xwe de li gel Studyoya Yek diyar dike ku ev çaverêkirî ye û êdî zêdetir jin vekirî behsa destdirêjiyan dikin. Ew dibêje:

- Ev belge ye li ser hindê ku ev problemeke mezin e. Lê ev herweha delîl e li ser wê ku me êdî piştî wextekê gelek dirêj qepax rakir. Ev jî dibe egera ku em niha behsa wan tiştan bikin yên ku berî niha axiftin li ser nedihate kirin.

Di şahidiyeke ku di Svesnka Dagbladet de belav bûye jinek dibêje ku ew hatibû vexwendin bo xwarinê li cem dersdarekî ji programa hiqûqnasiyê. Li wir gelek alkohol jê re hat pêşkêş kirin. Ew di qenepeya mala wî dersdarî de nivist. Wextê ew ji xew rabû hemî çûbûn mal û wî dersdarî destdirêjiya cinsî li wê kiribû. Wî dersdarî herweha wekî hakimê dadgeha îstinafê kar kiribû.

Ev banga jinan bin navê #medvileknrätt yanî bi çi heqekî birêve diçe. Heta niha 12 000 bûne endamên grûpa wan di Facebookê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".