Den samiska queerflaggan vajade i vinden.
1 av 3
Alaya samiyan. Wêne: Tobias Poggats
Samuel Lundström
2 av 3
Samuel Lundström, şefê pêşdibistan û dibistanê li Lycksele. Wêne: David Rydenfalk, Sameradion & SVT Sápmi
Angelica Olofsson Kraft och Ossian Kraft
3 av 3
Angelica Olofsson Kraft û Ossian Kraft li dibistana Lycksele. Wêne: David Rydenfalk, Sameradion & SVT Sápmi
Zimanên kêmneteweyan.

Qedexekirina samî bû sebeba guhertinên mezin

3:43 min

Berî pênc salan xwendingeha Södemalmsskolan li Lycksele qedexe kir ku zarok bi zimanê samî di navbiran de biaxivin. Her ev jî bû sebeba ku gelek guhertin çê bibin.

Piştî rexneya konseya Ewrupayê derbarê dersên zimanê zikmakî li Swêdê
dewletê lêkolînek derheqê zimanên kêmneteweyan amade kir. Ew lêkolîn, ya ku îro tê berçav kirin, derbarê çawa cêtirkirina derfetan e li ber xwendinkaran ji bo pêşdebirina zimanên wan yên dayikê.

Li gor TT di wê lêkolînê de tê pêşniyaz kirin ku xwendina zimanên her pênc kêmneteweyan, samî, rom, cihû, tornedal û fînî bibin beşek ji programa xwendinê ya dibistanê. Di hefteyê de sê seat jê re bihên terxan kirin. Û her xwendinkarek li kudera Swêdê be mafê wê dersê hebe.

Her bi vê minasebetê radyo û televîzyona Sápmi ya Samiyan seredana xwendingeha Södemalmsskolan li Lycksele kir da ku binêre ka şagirdên samî û zimanê wan di çi rewşekê de ne.

Şefê wê pêşdibistan û dibistanê li Lycksele Samuel Lundstöm behsê wê qedexekirina axiftina bi samî di bêhnvedanên şagirdan de, ya berî pênc salan kir. Wî ew bi bûyereke xembar, hem ji bo şagirdan û hem bo şaredariyê jî bi nav kir.

Pey wê bûyerê Samuel Lundstöm berpirsiyarî wergirt û dest bi guhertinê kir. Niha şagirdan di hefteyê de mafê du seatên zimanê samî heye herweha hîn dibin samîwariyê, wekî karên destî yên samiyan. Karmendên dibistanê jî derbarê kultur û zimanê samiyan tên perwerde kirin.

Radyoya Sápmi di wê geryana xwe de bû şahida wê ku keyfa zarokên samî gelek bi dersa wan tê. Ossian Kraft yê ku diçe klasa çarê dibêje dersa zimanê samî ji wî re gelek baş e û dersên wan xweş in.

Lê mamoste ji dûr ve, ji ciyekî din, bi rêya teknîka nû (fjärrundervisning) dersê ji şagirdan re pêşkêş dikin. Ev mafê dersdayîna ji dûr ve, ji bo zimanên dayikê, ji sala 2015 ve li Swêdê li kar e.

Bi dîtina Lundstömî ev çareseriyek e baş e, ji ber ku çi mamsote naxwazin sedî 15 – 20 kar bikin. Vê metodê jî rêya wan xweş kiriye û miaşê mamosteyan zêde kiriye. Ew diyar dike ku ew niha wekî şaredarî berpirsiyar in ji dersdayînê bo 15 zarokên samî, her ji Helsingborg heta Järfälla.

Angelica Olofsson Kraft ku dayika yek ji şagirdên wê dibistanê ye ji radyoya Sápmi re dibêje:

- Niha dîtina mirovî derbarê zimanî bi timamî guhoriye. Ziman giring e û nabe ziman çi carê bihê qedexekirin. Ji zimanî ziman çê dibin.

Samî yek ji pênc kêmneteweyên Swêdê ne. Ew li Swêdê xwediyên statuya kêmneteweyê ne. Wan li Swêdê bi resmî parlemana xwe heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".