Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Johan Nilsson/TT
Guhdar bike
1:27 min

Li herêma Järva mîkrofon têne danîn

Hat weşandin torsdag 16 november 2017 kl 10.23

Polîsên Stockholmê destûr wergirt ku mîkrofonan ji bo xebata xwe ya li dijî tawankariyê, li herêma Järva bi kar bînin.

Ev tê wê manayê ku dê bi sedan mîkrofon li ciyên cuda yên Husby, Rinkeby û Tensta hên deynan. Ew dê yekser girêdayî navenda birêvebriya polîsan bin.

Mebest ji bikaranîna van mîkrofonan ew e ku ew dengan wekî yên gulleberdanê, peqîn û qîrînan bigirin.

Li gor Joakim Söderström berpirsiyarê kamîreyên çavdêriyê dê li gel bihîstina dengan û eger tîştekê ciddî rûda be, derhal ji polîsên li wan nêzîkan sms yan mail here.

Li gor rojnameya Svenska Dagbladet ev cara yekê ye dê mîkrofon ji bo çavdêrîkirina tawankariyan bihên bi kar anîn.

Ev sîstem dê sala 2018 de dest pê bike. Mebest jê ew e ku ew bibe alîkar ku polîs zûtir bigehin ciyê bûyerê. Tiştê din jî ew e deng dê nehên vegirtin û mirov dê nikare axiftinên mirovan bi rêya wan mîkrofonan fêm bike.

Di hefteya derbasbûyî de birêveberiya wîlayeta Stockholmê destûra bikaranîna kamîreyên çavdêriyê ji aliyê polîsan ve, li heman herêmê bo pênc salên din dirêj kir.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".