.
Wêne: Marcus Ericsson/TT

Nezelaliya temen dibe sebeba serêşiyan

3:23 min

Daîreya Koçê dikare daxwaza zanyariyan derbarê penaxwazan ji Daîreya Karûbarên Civakî (sosyaltjänsten) bike.

Ev jî xebata Daîreya Karûbarên Civakî zehmettir dike û bawerpêbûna xelkê pê lawaz dike.

Anna Norberg behsa pirseke ji vî rengî dike. Wê sexbêrî ji kurekî di bin 18 saliyê de dikir. Lê Daîreya Koçê bawer ji wî kurî nekir ku ew zarok e û di bin 18 saliyê de ye û temenê wî bi ser hejde saliyê de qeyd kir.

Yekser piştî zêdekirina temenê wî, ew ji mala taybet ya zarokan hat veguhastin bo ciyekê din li Jägersro. Ciyê wî yê nû bû textek di odeyekê de bi heft mêran re. Ew nikaribû li wir bimîne û ji tirsê li kolanan nivist. Li dawiyê malbatek jê re li Ystad hat peyda kirin û ew niha li wê derê dimîne.

Tişta ku bala Anna Norberg ketiye ser biryara Daîreya Koçê ye. Di wê biryarê ya mezinkirina temenê wî zarokî de, daîreya Koçê îşaretê dide zanyariyên ku wan ji Daîreya Karûbarên Civakî (sosyaltjänsten) li Ystad wergirtine.

Bi gotina Anna Norberg Daîreya Karûbarên Civakî çi şik li ser wê nebû ku temenê kurkî di bin 18 saliyê de ye. Herweha wan jê re gotibû ku ya li cem wan tê gotin ji wir dernakeve û dê çi aliyê din pê nizanibe.

Di qanûnan biyaniyan de hatiye ku Daîreya Koçê, polîsan û çend daîreyên din mafê daxwazkirina zanyariyan ji Daîreya Karûbarên Civakî heye. lê Daîreya Karûbarên Civakî ne Anna Norberg û ne jî zarokê bi tena serê xwe hatî bi wê agahdar kiribûn.

Sekretera karûbarên civakî li Ystad Theresa Persson dibêje her çi qa daîreya wan çi zanyariyên di wî warî de nedane Daîreya Koçê, lê Daîreya Koçê di biryadana xwe de berpirsiyariyê têxe ser milên wan.

Li gor Theresa ev dudiliyê li cem Daîreya Karûbarên Civakî çê dike. Divê ew ji aliyekî ve pêgiriyê bi qanûnê bikin, Lê divê ew her weha bibin ciyê bawerpêbûna zarok û ciwanan ji bo ku ew bikarin bi karê xwe rabibin.

Therese Persson dibêje ku ne ji karê wê ye temenan dest nîşan bike. Bi gotina wê ragirtina hevsengiyê ji wan re zehmet e. Ciwan di destpêkê de fikir dikin ku daîreya me peywedniyeke rojane bi Daîreya Koçê re heye, lê tiştekê weha tuneye. Û gelek wext ji bo bawerîçêkirinê pêwîst e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".