.
Wêne: Anders Ahlgren/SvD/TT

Husby derbarê deynana mîkrofonan çi dibêje?

1:39 min

Biryar hatiye dan ku mîkrofon li herêma Järva bên deyan ji bo ku polîs wan di çavdêriyê de bi kar bîne.

Beşê kurdî yê Radyoya Swêdê îro derbarê bikaranîna mîkrofonên çavdêriyê li herêma Järva pirsiyar ji xelkê wê derê kir.

Di nav de xelkekek heye pê xweş e ev kar bihê kirin. Yek ji wan ku li Husby dimîne behsa giringiya hebûna kontrolê dike û bi dîtina wî ku kontrol hebe dê tawankarî jî kêm bibe.

Lê Amina ku mala wê jî li Husby ye li dijî deynana mîkrofonan e. Wê bawerî pê nîne ku dengê wê dê nehête qeyd kirin.

Ew naxwaze guhdariya sohbetên wê yên xas yên bo nimûne bi zarokên wê re bihên kirin. Bi gotina wê ev demeke kamîreyên cavdêriyê hatine deynan û ew bûne sebeba ku herêma wan aramtir bibe. Bi nerîna wê ew bes in û pêwîstî bi mîkrofonan nîne.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".