Stefan Löfven serokwezîrê Swêdê li Göteborg.
Stefan Löfven serokwezîrê Swêdê li Göteborg. Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Niha li Göteborg civîna YE birêve diçe

2:40 min

Îro civîna bilind ya Yekîtiya Ewrupayê li Göteborg birêve diçe. Gelek rê, daîre, şîrket, xwendingeh û ciyên xebata rojane ji ber ewleyiya beşdarên civînê hatine girtin.

Serokên welatan û berpirsên bazara karî û nûnerên warên din yên cor bi cor li Göteborg amade bûne.

Ev civîn dê pirsên wekî miaş, perwerde, kar û pirsên girêdayî civakê di welatên Yekîtiya Ewrupayê de minaqeşe bike. Ev jî partiyên mixalefa Swêdê nîgeran dike ku Yekîtiya Ewrupa bibe xwedî desthilateke mezintir bi ser welatên endam.

Lê serokwezîr Setfan Löfven di axiftina xwe de bo Programa 1 ya Radyoya swêdê ne bi wê dîtinê re ye. Ew dibêje:

- Kes desthilatê ji kesî nastîne. Hemî welatên Yekîtiya Ewrupayê li ser peymanekê li hev hatine û bi qey serê derziyê jî çi ji vê peymanê nayê guhertin. Lê li aliyê din gelek giring e em beşê civakî yê Ewrupayê pêşde bibin ku xelk hest pê bikin ku ew ya wan e.

Her îro serokên dewletên Yekîtiya Ewrupayê dê di merasîmekê de 20 rêzeprensîpan derbaê çêtirkirina rewşa karî û astekê baştir yê jiyanê îmze bikin.

Ev prensîp derbarê wekhevî û ewleyiya civakî ne li welatên endam di Yekîtiya ewrupayê de. Mebest jî nîne ku ev bibin qanûn û rêdar bo welatên endam, lê ji bo wê ye ku konseya Yekîtiya Ewrupayê kar li ser bike bo ku welatên endam wan di siyaseta xwe ya aborî de berçav bigirin.

Li aliyekê din dijberên YE dixwazin ji bo berçavkirina nerazîbûna xwe li hember vê civînê li wir amade bin, xwenîşandan û civînan li dar bixin. Serokê Tevgera gelêrî ya ne bo YE (Folkrörelsen nej till EU) Per Hernmar bi wê bawerê ye ku YE dixwaze bi rêya vê civîna xwe ya derbarê pirsên civakî rûyekê însanî bide xwe.

 Civîna berê vê ya YE ya ku li 2001 li Göteborg hatibbû kirin li ser astê Göteborg û rûniştivanan xerab bi dawî hatibû. Hîngê gelek tevlihevî çêbûn û gelek kes û polîs birîndar bûn

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".