Patrik Jönsson (SD).
Patrik Jönsson (SD). Wêne: JONAS EKSTRÖMER / TT

Budçeya SD dikare bibe ya tevahiya şaredariyê

1:42 min

Gurmêneke din vê hefteyê bi rewşa siyasî ya aloz ya şaredariya Hässleholm keft.

Birêveberiya şaredariyê pêşniyaza budceyê bo sala 2018 ya partiya Demokratên Swêdê (SD) qebûl kir.

Bi gotina endamê Demokratên Swêdê li wê derê Patrik Jönsson ev dikare wek qonaxeke nû ji bo Demokratên Swêdê bê dîtin. Qasî ew pê agahdar e çi carekê berî niha pêşniyaza wan ya budceyê nebûye pêşniyaza serekî bo meclîsa şaredariyê.

Di vê budeceya Demokratên Swêdê de çend pêşniyazên geşepêdanê hene, lê herweha qelisbûn di warên girêdayî penaberan de. Wekî nimûne ku Hässleholm êdî penaberên jê re tên destnîşan kirin wernegire.

Patrik Jönsson vê pişt rast dike û dibêje bi vê Hässleholm deriyên xwe li hember penaxwazan û kesûkarên penaberan digire.

Lê ev pêşniyaza Demokratên Swêdê ji bo ku bibe budceya sala 2018 ya Hässleholmê, divê ew li civîna meclîsa aşaredariyê di 27 vê mehê de bê erê kirin.

Ji 2017 ve Hässleholm ji aliyê hevbendiyeke biçûk ya Moderatan, Demokratên Xiristiyan û Liberalan ve tê birêve birin. Grupa herî mezin ya sorûkesk e li gel partiya navendê. Lê wan pêşniyaza budceya xwe pêşkêş nekir û ev jî bû sebeba ku budceya partiya demokratên Swêdê bê qebûl kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".