Skådespelaren och artisten Rikard Wolff är död. Foto: Vilhelm Stockstad/TT
Hem di şano û fîlman de dilîst, hem jî muzîk çêdikir û distirand. Wêne: Vilhelm Stokstad / TT

Rikard Wolff wefat kir

0:48 min

Hunermend Rikard Wolff, ku ev demeke dirêj bû nexweş bû wefat kir. Temenê Wolff bû 59 sal.

Rikard Wolff hem di gelek şano û fîlman de lîstiye hem jî bi muzîkê ve mijûl bû. Bi rola xwe ya di fîlmê Änglagård de nav pê ket. Di şanoyên mîna ”Li benda Godot”, ”Hamlet” û ”Richard III” de lîstiye. 

Di sala 2001ê de sêlika wî ya muzîkê ”Min allra största kärlek” xelata Grammis stand. Di 2013ê de ew herwiha tevlî festîlava melodiyê bû. 

Rikard Wolff homoseksuel bû û ev taybetmendiya xwe nediveşart. Berovajî, di ber hunermendiya xwe re Wolff mîna nûnerekî tevgera HBTQ dihate hesibandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".