Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Jonas Ekströmer/TT
Guhdar bike
2:03 min

Dengên nerazîbûna jinan zêdetir dibin

Hat weşandin måndag 20 november 2017 kl 09.51

Roja yekşemê li gelek bajaran li Swêdê jinên lîstikvan li dijî heqaret û destdirêjiyên cinsî xwenîşandan kirin.

Her ku diçe kampanya #MeToo mezintir dibe û zêdetir jin curet dikin dengê xwe bilind bikin û şahidiyê li ser destdirêjî û heqaretên li wan hatine kirin bidin.

Vê carê jinên lîstikvan hatin qadê û li bajarên wekî Stockholm, Göteborg, Malmö, Luleå û Jönköping û bi devê xwe şahidî dan ser desthavêtin û heqaretên li wan hatine kirin.

Qiralîça Swêdê Silvia û şazadeya Swêdê Victoria jî di vê kampanyê de li Södra teatern li Stockholmê amade bûn. Herweha wezîra kulturê Alice bah kuhnke (MP) jî li wir bû. Wê got ku ew dixwazin di vî warî de guhertinên mezin bikin. Bi gotina wê wan ji zû de dest pê kiriye û ew dê civînekê bi hemî berpirsiyarên şanonyên dewletê li sernaserî Swêdê bike û vê pirsgirêkê minaqeşe bikin.

704 jinên lîstikvan yên warê şano û fîlman ev kampanya xwe bi navê #tysnadtagning dest pê kir. Ew di daxuyaniykeke hevbeş de dibêjin ew êdî bê deng nabin.

Her doh 1 139 jinên di warê teknîkê de kar dikin bi navê #tekniskfel yanî şaşieyekteknîkî di grupeke taybet ya xwe ya Facebookê de kampaniya xwe ya li dijî desthavêtinên cinsî dest pê kir.

Ew jî wekî muzîkvan û lîstîkvanan şahidiyên xwe derbarê destdirêjiyên li wan hatine kirin dibêjin. Çend ji wan şahidiyan doh di rojnameya Dagens nyheter de hatin weşandin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".