Hussein Al Saidan rêyeke din dûrî tawankariyê hilbijart. Foto: Josipa Kesic/ Sveriges Radio
Hussein Al Saidan rêyeke din dûrî tawankariyê hilbijart. Foto: Josipa Kesic/ Sveriges Radio

Gelek ciwan dixwazin dev ji tawankariyê berdin

2:10 min

Roj bo roj kesên dev ji tawankariyan berdidin zêdetir dibin. Ev jî bi alîkariya programa devberdanê ji tawanan ya ku bajarê Göteborg bi rêve dibe ye.

120 kes niha di vê programê de beşdar in û ev bi alîkariya polîs û gelek daîreyên mîna Daîreya Karûbarên Civakî (Socialtjänst), xwendingehan û hinekên din tê bi rê ve birin.

Hussein Al Saidan yê 20 salî, alîkarî ji wê programê dît û ew pir spasadarê wê alîkariyê ye. Ew dibêje ew nizane dê çi bi serê wî hatibûya eger ev alîkarî nebûya. Ew niha li şanoyekê kar dike û heta niha di gelek fîlm û şanogeriyan de lîstiye.

Berî çend salan rewşa wî ne baş bû. Wî di pazde saliya xwe de narkotîka ceriband û sîleh bi kar anî. Ew bi wê bawerê ye ku ev alîkarî pê re nehatiba kirin, dikaribû ciyê wî niha girtîgehek bûya.

Even Magnusson komisêrê polîsan li bajarê Göteborg diyar dike ku niha hejmara kesên dixwazin guhertinê di jiyana xwe de bikin di zêdebûnê de ye û pirtir e ji taqeta wan.

Magnusson behsa sebeba bilindbûna hejmara kesên dixwazin dev ji tawankariyê ber bidin dike. Bi gotina wî tirs dikare sebebek be. Lê ew guhertinên baş jî di jiyana kesên berê tawankar bûne û dev jê berdane, wek sebeb dibîne.

Ev programa alîkariyê ji bo wan e yên ku di navbera 18 û 25 saliyê de ne û tawan kirine û bi xwe daxwaza alîkariyê dikin. Program alîkariya wan dike bo ku ew xwe ji tawankariyan dûr bixin û dest bi jiyaneke normal bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".