Kampên rohingiyan li Bengladeş.
Kampên rohingiyan li Bengladeş. Wêne: Wong Maye-E
Amnesty:

Rewşa rohingiyan wekî ya serdemê apartheidê ye

2:40 min

Raporeke nû ya Amnesty International tadariya li rohingiyên Burma tê kirin berçav dike.

Ew di wê rapora xwe de ya ku îro tê belav kirin rewşa rohingiyan li Burma bi wê ya serdemê rejîma apartheidê re hevber dike.

Brittis Edman berpirsiyra prensîpan li Amnesty International ya Swêdê derbarê vê binavkirinê ji Radyoya Swêdê re dibêje ku ev termek e rast e bo wesifkirina wê rewşa ku rapor nîşan dide.

Her weha îro li Burma civîna ASEM ya welatên Asya û Ewropayê derbarê pirsgirêkên giring bi dawî tê. Yek ji pirsgirêkên herî giring di civînê de krîza penaberên rohingî ye, ya ku gelek mezin dibe.

Wezîra karûbarên derve ya Swêdê Margot Wallström nûneriya Swêdê di vê civînê de dike. Ew dê îro Aung San Suu Kyi bibîne.

Li Bengladeş dora 600 000 hezar rohingiyên ji Burma reviyane di kampan de bicih bûne.

Amnesty dîdar li gel 150 rohingiyên li kampan dimînin kirine. Ew bûne şahidên tadarî, zulm û destdirêjkariyên li wan û xelkê wan li Burma tên kirin. Noyern Ullah 35-salî ye û weha behsa reva xwe dike:

- Diya min Halîma nedikarî bi xwe bi rê ve biçe û min alîkariya wê kir bo ku em herin wî ciyê malbata me xwe lê veşartibû. Lê em gelek neçûn û leşker li pêşiya me bû. Min xwe di nav zeviya birincî de veşart. Wextê ez vegeriyam min dît ku diya min li wir kuştî bû û çend gulle pê ketibûn.

Wekî din rapora Amnesty diyar dike ku rohingî li dever û gundên xwe li Burma di rewşeke pir bi tahlûke de dijîn. Brittis Edman dibêje ew bê par in ji sexbêriyên saxlemiyê, ji dibistnan û karekî bo debara xwe.

Heta li gelek deveran rê nahêt dan ku ew ji gundên xwe derbikevin. Eger ew destûrê jî bistînin, divê ew av û av herin û bes ji gundekê misilmanan bo gundekê din yê misilmanan.

 Amnesty di vê rapora xwe de behsa twanaeke sîstematîk ya bi salan li dijî rohingiyan çêbûye dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".