Margot Wallström & Aung San Suu Kyi.
Margot Wallström & Aung San Suu Kyi. Wêne: REGERINGSKANSLIET/TT
Margot Wallström:

Min bi tenê peyva rohingî bi lêv kir

2:18 min

Wezîra derve Margot Wallström xwest di sefera xwe de bo Asya bi çavên xwe rewşa rohingiyan bibîne.

Wê bi kampên rohingiyan li Bengladeşê dest pê kir û paşî seredana Burma kir û dîdarek bi Aung San Suu Kyi re kir.

Diyar e ku desthilata Burma heta peyva rohingî jî bi lêv nakin. Wezîra derve ji beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê re diyar dike ku bala wê ket ser wê rastiyê û wê dît ku ew bi tenê bû ya peyva rohingî di civîna ASEM ya asyayî û ewrupiyan de bi kar anî

Wallström dibêje wê pirsiyar ji Aung San Suu Kyi bi xwe kir ka ew çima wî navî bi kar naînin. Serkirdeya Burma di bersiva xwe de egera nebilêvkirina navê rohingiyan vedigerand bo ser pirsine dîrokî.

Bi sedan hezar rohingî li Burma bê mafê hevwelatîbûnê ne û wextê wezîra derve daxwaza zelalkirinê di wî warî de ji Aung San Suu Kyi kir, wê çi bersivek zelal wernegirt. Wallström got:

- Ya rast me çi bersivek zelal derbarê hindê wernegirt. Wan got ew dixwazin ji wê dest pê bikin û tesbît bikin ka ew ji ku hatine, wan qeyid bikin û binivîsin ka ew kî ne. Wê tekez li ser lihevhatinê kir û pêwîstiya wê ya bi wextî.

Wallström herweha diyar kir ku ku nabe leşker Burma lêkolînan li ser şîdet û derstdirêjiyên xwe bi xwe bike. Ji ber ku normal e ku xelk ji wan re behsa çi nake.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".