.
Tusentals it-system har allvarliga säkerhetsbrister. Foto: TT
Radyoya Swêdê eşkere kir ku:

Kêmasî di it-sîstemê de hene

1:52 min

Beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê lêkolînek li ser ewleyiya sîstema teknolojî ya zanyariyan ya gelek daîre, şaredarî û şîrketan kir û kêmasiyên wan eşkere kirin.

Ji wê lêkolînê diyar bû ku mirov dikare bi hêsanî û bê kod bikeve nava sîstemên wan.

Ji bo ku ew ji dûr ve bên kontrol kirin, piraniya sîsteman bi înternetê ve girêdayî ne. Lewma Radyoya Swêdê bi motoreke lêgerînê û bi rêya înternetê seha çend sîsteman kir. Wan kêmasî di bêhtir ji 7 000 sîsteman de dît.

Ji wan bêhtir ji 1 000 sîstemên wekî nimûne yên ji bo kontrola navendî ya gerimkirina xaniyan, yan ji bo kanalên avrêjiyê û gelekên din, dikarin bê kod bên kontrol kirin.

Şehrezayê ewleyiyê Robert Malmgren vê wek xeterekê dibîne. Bi gotina wî ya ji hemiyan xerabtir ew e ku ew sîstem bê ewleyî li wir in û li benda wê ne ku tiştek rû bide.

Bi nerîna Malmgren mirov dikare sîstemên weha bi kêmasî û neewle yan ew karên ew sîstem bi rê ve dibin xerab bike.

Yek ji wan ciyan yê ku beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê lêkolîn li ser kiriye, sîstema navendî ya  gerimkirina xaniyan li şaredariya Vimmerby ye. Diyar bûye ku kêmasî di sîstema wan ya ewleyiyê de heye û eger kesek bikeve nav sîstema wan, ew dê bikare li gor dilê xwe germiyê bo 450 xaniyan kêm û zêde bike.

Berpirsiyarê germê li şaredariya Vimmerby Mats-lennart Karlsson pir ji vê şaş maye, ji ber ku wî gelek hizra xwe di vê de nekiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista