Hög med papper och kvinna i soffa.
Johanna Lindqvist yek ji xwediyên însiyatîfê Wêne: Dean Hochman/Malin Grönborg
#MeToo

Rojnamevanên jin jî bêdengî şikand

2:28 min

Rojnamevanên jin doh, bi navê #deadline, banga xwe ya li dijî heqaret û destdirêjiyên li jinan di nava dezgeyên medyayê de tên kirin weşand.

Bêhtir ji 4 000 jinên rojnamevan ew îmze kir. Gelek ji wan jinan di wê kampanya xwe de behsa wan desthavêtin û heqaretan dikin, yên ku di demê karî de, ji aliyê berpirs û hevkarên wan yên mêr ve, li wan hatine kirin.

Rojnamevan Johanna Lindqvist ku yek ji kesên xwedî însiyatîf e di vê kampanyê de dibêje:

- Şîdeta cinsî, heqaret û destdirêjî yan seksîsm li ciyên karî, di redaksiyonên me de belav bûye. Peywendiya vê bi wê nîne ku em rojnamevan in, ev problemek e di civakê de.

Johanna dixwaze ku mêr hizra xwe di vê problemê de bikin û hêvîdar e ku xwedîkar bi ciddî li ser vê pirsê rawestin.

Li Swêdê di warên cor bi cor de jinan bêdengî şikand û dengên xwe dane hev li hember desthavêtin û heqaretên cinsî bo ser jinan. Jinên lîstikvan, hiqûqzan, siyasetmedar dest pê kir û hîn jî ev kampanya li dijî kultura mêran ya seksîst berdewam e.

Birêvebra giştî ya Radyoya Swêdê Cilla Benkö îro di P1 de got ku ew pê kêfxweş e ku jin di Radyoya Swêdê de jî devê xwe vedikin û gotina xwe dibêjin. Bi dîtina wê ev dê bibe egera ku rewş li ciyên karî çêtir be.

Berî bêhtir ji du mehan şikyat li rojnamevanek navdar di Radyoya Swêdê de hat kirin û bi wê hat tohmet bar kirin ku desthavêtinên seksî kiribûn ser hevkarên xwe. Piştî lêkolînên navxweyî birêvebriya Radyoyê êdî nehişt ew rojnamevan di pêşkêşkirina programa xwe de berdewam be û ew nema di Radyoyê Swêdê de kar dike.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".