Bild på 3D-vapen
. Wêne: Polisen

Debanceyên 3D yên ji bo kontrolê nedîtbar

1:36 min

Daîreya gumrikê tirsa wê dike ku debanceyên 3D di kriyarên terorê de bên bi kar anîn.

Karl Hertting yê ku di asayişa gumrikê de kar dike dibêje veşartina wan debanceyan pir hêsan e. Bi gotina wî mirov dikare wan bi hêsanî derbasî nava balafir, parleman û ciyên ku nabe çek debasî nava wan bin.

Heta niha li Swêdê çend debanceyên 3D hatine desteser kirin. Ev debance ji plastîkî ne û mirov dikare bi rêya çapkereke 3D wan çap bike û kontrolên ewleyiyê nikarin wan bibînin.

Ew dikarin ji gelek parçeyan bin û piştî xwediyê wê debanceyê kontrolê derbas dike û bikeve nava ciyekê ku nabe sîleh derbasî wê derê be, dikare wan parçeyan lêk bide û debanceya xwe ya 3D bi kar bîne.

Patrik Hertzman şehrezayê wî warî diyar dike ku çi şik tê de nîne ku mirov dikare bi rêya çapkereke 3D debanceyekê çê bike û pê gulleyan berde.

Problema peydabûna vî rengê debanceyan li Ewrupa weha kiriye ku niha ev çekê plastîkî û tirsa bikaranîna wî di kiryarên terorî de, di nava Europol de bê minaqeşe kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista