.
Wêne: Ingvar Karmhed / SvD / TT

Perwerdeyên pîşeyî rêya kurt ya karî ye

3:21 min

Raporeke Dîreya giştî ya dibistanan (Skolverket) ku îro li malpera wan belav bûye, diyar dike ku kesên li xwendingehên pîşeyî dixwînin zûtir karî peyda dikin.

Ev statîstîk rewşa ciwanên ku xwendina xwe ya lîseyê di sala 2014 de timam kiriye û ka wan salekê dû re çi kiriye bercav dike.

Ji vê statîstîkê diyar dibe ku bêhtir ji nîva wan ciwanên ku motor, xanîsazî û programa sexbêriyê xwendine karek ji xwe re peyda kirine.

Neh ji deh xwendekarên ku programa sexbêriyê xilas kirine karên girêdayî pîşeya xwe dikin. Ji wan yên ku xanîsazî xwendine 70% kar di eynî warî de bi dest xistine.

Homer Kadir Qaeadaghi midûrê lîseya Cybergymnasiet li Stockholmê ye. Ew ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re dibêje ji ber pêşkeftina di van xwendinên hînkariyê de çêbûye û zêdbûna teknîkê di wan de, tevî miaşên baş û pêwîstiya bazara karî bi van cure pîşeyan , weha kiriye ku gelek ciwan berê xwe bidin wan programan.

Ew dibêje wekî nimûne xwendekarên beşê El-teknîkê li xwendegeha wî bi hêsanî karî ji xwe re peyda dikin.

Qaradaghi hilbijartina ciwanan bo van lîseyên pîşeyî vedigerîne bo hinek sebeban. Ew dibêje wekî nimûne li şûna ew piştî lîseya pîşeyî biçin çar salaan li zanîngehê bixwînin, ew wan çar salan kar dikin. Niha jî miaş ne wekî berê 15 yan 16 hezar kron in. Miaşê damezrandina destpêkê niha li dora 25 hezar kronî ye û ew miaş di çar salan de dikare bibe 35 hezar kron.

Berpirsê beşan li Daîreya giştî ya dibistanan (Skolverket) Torun Rudin dibêje:

- Bi destxistina karekî di hundirê sala yekê ya pey timamkirina lîseyê de destpêkirineke pir baş e di jiyana pîşeyî de. Em li vir bi zelalî dibînin ku ev îmkan di programên pîşeyî de heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista