Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Åsa Regnér (S) och Morgan Johansson (S).
Åsa Regnér (S) û Morgan Johansson (S). Wêne: Claudio Bresciani/Jessica Gow/TT
Guhdar bike
(2:07 min)

Hikûmetê civîn derbarê #metoo kir

Hat weşandin torsdag 23 november 2017 kl 15.58

Îro wezîrê dadê Morgan Johansson û wezîra wekheviyê Åsa Regnér bi berpirsiyarên bilind yên edaletê re civiyan.

Di vê civînê de Berpirsiyarên polîs, dozgir û dadgehan beşdar bûn.

Yek ji babetên ku hatine behis kirin reftara wan ya piştî kampanyayên li dijî heqaret û destdirêjiyên seksî bûye. Bi taybetî ya jinên hiqûqzan û şehdehiyên wan li ser wan cure destdirêjiyan û ka çi pêwîst e bê kirin.

Bi gotina Åsa Regnér hebûna baweriyê bi sîstema edaletê gelek giring e. Wê tekez li ser wê kir ku divê kesên berpirsiyar di sîstema edaletê de wekhevî û exlaqan di birêvebririna xwe de li ber çav bigirin.

Hefteya derbasbûyî bêhtir ji 4400 jinên hiqûqzan nerzaîbûna xwe li hember desthavêtin û heqaretên cinsî di nava dezgehên edaletê de diyar kir.

Di şahidiyên beşek ji wan jinan de behsa wan destdriêjiyan hat kirin yên wekî mînak, dadgir û dozgiran bo ser jinan kirine.

Piştî du hefteyên din dê hikûmet civînekê li gel rêxistinên karker û xwedî karan bike. Wezîra bazara karî Ylva Johanssson dibêje ew şehdehiyên jinan di van kampanyayên xwe de gotine, wê rastiyê diyar dikin ku rewşa jinan li ciyên karî ne baş e. Ew dibêje kes tehemulla wê nake.

Heta niha û li bin navên cur bi cur nêzîkî 20 gaziyên xwenerazîkirinên jinan li hember desthavêtin û heqaretan hatine kirin. Di nava wan de siyasetmedar, rojnamevan, lîstikvan, teknîker û hiqûqzan hebûn û ev dê hîn jî berdewam be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".