Säpo och Erdogan
Derheqê rêxistinên nûnertiya Tirkiyê dikin de doz vebûye. Wêne: TT & Burhan Ozbilici

SÄPO casûsiya Tirkî ya li Swêdê vedikole

7:10 min

Muxalifên rejima Tirkî yên li Swêdê têne tehdît kirin, navê wan ji Tirkî re tê şiyandin. Rêxistineke nêzîkî hikûmeta Tirkî ya li Swêde jî di nav van tehdîtkaran de ye. Niha giliyê vê rêxistinê li cem polîs hatiye kirin û gilî dewrî dozgeriyê bûne.

Îsal biharê Radyoya Swêdê lêkolîneke berfireh derheqê casûsiya Tirkî ya li Swêdê de weşandibû. Niha çendîn kes ku dibêjin ew rastî gef û tehdîtan tên û giliyê rêvebirên vê rêxistina nêzîkî AKPê li cem polîs kirine. Wan ji polîs re dane zanîn ku ew bifikar in ku zanyariyên li ser wan ji Tirkî re hatine şiyandin. Dozger Ewamari Häggkvist li desteya neteweyî li dawayên ewlekariyê dinêre:

Guman ev e. Bi mebesta ku zanyariyan bidine hêzeke derve, bi neyteke xerab û bi awayên nerewa agahî hatine kom kirin.

Îsal meha adarê navenda nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê lêkolîneke berfireh li ser sîxuriya Tirkî ya li Swêdê belav kiribû. Di lêkolînê de dihate eşkere kirin bê rêxistina li Swêdê, UETD ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ye çawa muxalifên Erdogan ên li Swêdê fîş dike. Serokê UETD Özer Eken digote kesekî nêzîkî tevgera Gulen ”alî dewletê bike, da dewlet jî alîkariya te bike” û navê muxalifên li vir jê dixwest. Radyo qeyda vê axavtinê weşandibû.

Keko, derheqê hemû fealiyetên li vir wê zanyariyan ji te bixwazin. Eger tu tiştekî berbiçav nedî wan, xelasiya te nîne. Dixwazin zanibin bê kî li vir e.   

Dozger Ewamari Häggkvist eşkere nake bê vekolîn derbarê serokê UETD bi xwe de hatiye kirin an na, lê teyid dike ku doz derheqê rêxistinên nûnertiya Tirkiyê dikin de ye. 

Û em weke nûçeyên Radyoya Swêdê dikarin eşkere bikin ku yek ji kesên giliyê wê hatiye kirin û polîs jêpirsîna wê girtiye rêvebireke UETD ye. 

ALÎGIRÊN TEVGERA GULEN
Kesekî ku ji Tirkî reviyaye û li Swêdê jî rastî gef û tehdîtên Tirkiyê tê Abdullah Bozkurt e. Bi gefên li vir re li Tirkî jî derbarê wî de gelek nivîsên dijminane hatine belav kirin û di dawiyê de wî çûye giliyê van gefan kiriye.

Navê min didin, ciyê ez lê dimînim eşkere dikin, destnîşan dikin bê gereke tirkên li vir çi ji min bikin.

Vê dawiyê gelek gefên bi vî rengî ji min re hatin. Bi van gefan re li Tirkî navê min di manşetên rojnameyên nêzîkî hikûmetê de hate weşandin. Dawiyê ez fikirîm ku gereke ez biçime polîs û ez çûm min gilî kir.

Abdullah Bozkurt ku ji Tirkî ji xwe mehkûm e dibêje ew li vir jî ji xwe bitirs e ku tiştin werine serê wî.

Abdullah Bozkurt carê li Tirkî serredaktorê rojnameya Today Zaman bû. Ev rojname nêzîkî tevgera Gulen dihate dîtin û piştî hewldana darbeya li Tirkî re dewletê dest danîbû ser rojnameyê. 

Lê kesên ku gef û tehdît ji wan re diçin ne tenê alîgirên Gulen in. Gelek kesên welatiyên Tirkî yên ji siyasetên cuda, heta gelek caran siyasetên dijberên hev radigihînin ku ew têne tehdît kirin û bifikar in ku navê wan dişînin ji Tirkiyê re. Tenê xala hevbeş a van kesan ew e ku ew muxalifên sîstema Tirkî ya îro ne.

ÇEPÊN TIRK
Hamza Yalçin, nivîskar û rojnamevanekî çepê tirk e ku li Swêdê dijî. Tevgera Gulen û tradisyona siyasî ku Yalçin jê tê hertim bi mesafe, heta bi çavekî dijminane li hev nêrîne. 

Lê Tirkî navê wî weke ”terorîst” xistibû lîsteya polîsê navneteweyî Înterpolê û lewra du mehan ew li Spanya di nezaretê de girtî ma.

Yalçin di wê qenaetê de ye ku hevalbendên rejima Tirkî yên li Swêdê navê wî şiyandibûne Tirkî.

Ji ber ku li Swêdê jî ez çalakvanekî siyasî me xelkê navê min şiyandibû.
Ew zilamên rejimê ne. Zilamên Erdogan in. Ji xwe re weke wezîfe dibînin ku li Ewrûpa jî li hemberî muxalifan tevbigerin. 

TEVGERA KURD
Grûpeke din ku rejima Tirkî di pey wan de ye kesên nêzîkî tevgera kurd in.

Ihsan Baysal kurdekî ji Enedolê ye. Di hilbijartinên Tirkî yên di 2015ê yek ji wezîfedarên HDPê yê li Swêdê bû. Di vê demê de hem ji bo serdana ehlên xwe hem jî çalakiyên siyasî û kulturî ew pir caran diçe Tirkî. 

Lê piştî ku Erdogan li hemberî tevgera kurd şer îlan kir parêzerê wî yê li Tirkî agahiyê didiyê ku giliyê wî hatiye kirin û tiştekî ew di vê rewşê de bikin nîne. 

Di vê navberê de hewriha mesajek bi telefonê jî ji Baysal re tê. Hejmar a Swêd e, lê mesaj bi zimanê tirkî ye.Mesaja bi tirkî ev e:

”Zanyariyên li ser te bi dused hezar kronî hatine firotin”.

Baysal ji telefona hatî re bersivekê dişîne û dibêje: ”Bêjine wî gêjê ku kirî, ez hazir im zanyariyên xwe bi sed hezarî bifiroşim”.

Piştî van bûyeran û bi taybetî jî hişyariya parêzer re Baysal hew çûye Tirkî.

Hêjayî gotinê ye ku Radyoya Swêdê ji bo wergiritna raya wan hem li kesa ku li cem polîsê Swêdê giliyê wê hatiye kirin, hem jî li nûnerên din ên UETD li Swêdê geriyaye, lê heta niha wan bersivek nedane.


Besir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se

Daniel Öhman
daniel.ohman@sverigesradio.se

Anders Ljungberg
anders.Ljungberg@sverigesradio.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista