Martin Strid
Martin Strid

Strid ji Demokratên Swêdê (SD) îstifa kir

4:48 min

Siyasetvanê Demokratên Swêdê (SD) Martin Strid di axavtina xwe ya komcivîna partiyê de got ”misilman tam ne însan in”. 

Ji ber vê daxuyaniyê ew rastî gelek nerazîbûnan hat, komcivîn terk kir, lêborîna xwe xwest û ji partiyê jî îstifa kir.

Pîvaneke ji 0 heta bi 100 heye. Li aliyekî vê pîvanê mirov ji %100 însan e, li aliyê din tam mûhemedî ye. Hemû misilman di vê pîvanê de cî digrin. Eger mirov dev ji misilmantiyê berdabe, gavên baş ber bi însanbûnê re avêtine.

Ev gotinên siyasetvanê Demokratên Swêdê yê li Borlänge Martin Strid in ku dawiya heftiyê li Norrköping li hev civiyabûn. Û komcivîna SD di Televîzyona Swêdê SVT de zindî dihate weşandin.

Gelek gotûbêjên germ li ser vê daxuyaniyê çêbûn, ji gelek aliyên cuda ve dengê nerazîbûnê hatine bihîstin. Gelek kesên di komcivîna Demokratên Swêdê bi xwe de jî radigihînin ku ew bi vê axavtinê nerihet bûne. Roja din rêvebirên partiyên nehiştine Strid derbasî salona komcivînê bibe. Rêvebiriya SD jî ragihand ku bi gumana ku Strid nijadperestî kiriye ew ê lêkolînê di heqê wî de vekin. 

Duh êvarê serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson herwiha bû mêvanê bernameya Agenda ya Televîzyona Swêdê û bersiva pirsên di vî warî de dan.Åkesson got:

Ez nizanim bê ev kes çawa weke nûner hatiye hilbijartin. Min tu caran di heqê wî de tiştek nebihîstiye. Ez nizanim bê li gor çi pîvanê ew weke nûner hilbijartine û hilbijartineke xerab bûye.

Komcivîna Demokratên Swêdê ya dawiyê heftiyê weke kongreya giştî ya partiyê ye. Ev komcivîn organê herî bilind ê girtina biryaran e. Ji seranserê Swêdê 256 nûnerên partiyê partiyê beşdar bûbûn û wan pêşniyazên cuda digirtine dest da siyaseta partiyê diyar bikin. 

Şîrovegera siyasî ya Dagens Nyheterê Eva Stenberg balê dikişîne ser vê yekê û dibêje ev nîşan dide bê nijadperestî di nav partiyê de çiqas cî girtiye.

Tenê kesên hilbijartî ji bo vê kongreyê hatine vexwendin. Lewra ewa ku ev axavtin di organê herî bilind ê biryargirtina partiyê de tê kirin û kesî di hundir de mudaxele jî nake, nîşan dide bê di nav Demokratên Swêdê de rasîzm çende normal e.

Ne yekser di salonê de, lê piştî çend saetan ji aliyê rêvebirên Demokratên Swêdê ve mudaxele hate kirin. Roja din rêvebiriyê Strid nehewandin salona komcivînê. Hate ragihandin ku derheqê wî de partî lêkolînekê dide dest pê kirin û li cem polîs jî giliyê wî hatiye kirin. 

Li ser van nerazîbûnan Martin Strid lêborîna xwe xwest û diyar kir ku ew ji partiyê îstifa dike. Serokê SD Jimmie Åkesson dibêje bi vê mudaxeleyê ew diyar dikin ku tiştên wiha qebûl nakin.

Min tu caran tiştekî wiha berbat nebihîstiye. Ev daxuyanî bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Berê jî gelek hetîketiyên nûnerên Demokratên Swêdê eşkere bûne, lê vê tesîrek li piştgiriya ji bo wan nekiriye. Lê vê dawiyê piştgiriya ji bo Demokratên Swêdê li gor berê dadikeve, kêmtir dibe. Di komcivînê de jî behsa vê yekê gelekî hate kirin. 

Li gor Eva Stenberg ji bo ku partî bikaribe alîgirên nû zemt bike rêvebiriya SD bi tu awayî naxwaze navê partiyê bi hin tiştan re derkeve pêş. 

Antîsemîtîzm, Rûsya du tiştin ku naxwazin navê wan pê xerab bibe. Nuqteya siyemîn ew e ku naxwazin kesên wiha ku li daxuyaniyên xwe baş nafikirin gotinên sosret, ecêb, rasîstî dikin derkevine pêş.
Ew pir ditirsin ku ev hersê tişt ziyaneke mezin bidine partiyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".