Leksaker
Xwarin, cil û lîstik tênde dizîn. Wêne: Claudio Bresciani/TT

Herî zêde dizî derdorê sersalê dibe

0:51 min

Par li Swêdê bi şeş mîlyaran dizî ji dikanên xwarin, kinc û dikanên perakende hatiye kirin. Di hemû salê de dizî herî zêdê derdorê sersalê, ango meha kanûnê dibe. Di vê mehê de bi mîlyarekê tişt têne dizîn.

Anita Tapalaga li Jönköping şefa Ica ye. Ew dibêje her heftî hinek dixwazin diziyê ji dikana wan bikin û dizan wiha tarîf dike:

”Hêdîka di bin çavên xwe re dimeyzênin, berîkên wan mezin in, an jî çente bi wan re ne”. 

Per Geijer şefê ewlekariyê yê Svensk Handel dibêje sebeba ku di vê mehê de ewqas dizî dibe ew e ku tawankar jî dixwazin hediye û diyariyan bidin.

Çavkanî: Svensk handel, P4 Jönköping

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".