Isabella Lövin (MP), minister för internationellt utvecklingssamarbete och klimat, arbetsmarknadsminister Ylva Johansson (S), utbildningsminister Gustav Fridolin (MP) och biträdande justitieminister Heléne Fritzon (S) presenterar den uppgörelse som Socialdemokraterna och Miljöpartiet nått gällande ensamkommande unga under måndagens presskonferens i Rosenbad.
Isabella Lövin, Ylva Johansson , Gustav Fridolin och Heléne Fritzon (S) presenterar den uppgörelsen om ensamkommande unga under måndagens presskonferens i Rosenbad. Wêne: Henrik Montgomery / TT

Hikûmet dixwaze îqamê bide ciwanên bi tenê hatine

1:43 min

Partiyên hikûmetê li hev hatine ku mafê rûniştine bidine ciwanên ku berya du salan hatine Swêdê. Eger parlamen destekê bide pêşniyazê bi hezaran ciwan wê îqamê bistînin.

Di konferansa çapemeniyê ya îro de cîgira serokwezîr Isabella Lövin ragihand ku pêşniyaza wan ji bo ciwanên berya 24ê meha yanzdehan 2015ê hatine Swêdê ye. Wextê hingî wan serî li penaberiyê daye divê temenê wan bin 18 salî re be.

Lê ji bo ku ew mafê rûniştinê bistînin hin şertên din jî hene; Gereke wan xwendibin, an xwendekar bin, an jî neyta wan ya xwendinê hebe. Divê ev kes niha jî li Swêdê bin û tu sûc nekiribin.


Pêşniyaz ji aliyê herdu partiyên hikûmetê Sosyaldemokrat û Partiya Jîngehê ve hate pêşkêş kirin. Hêviya hikûmetê ew e ku ji havîna 2018ê û pê de ew derbas bibe. Lê ji bo ku ew qebûl bibe gereke hin partiyên di parlemanê de jî destekê bidine pêşniyazê.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".