Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Miljöpartiet
Wêne: TT
Guhdar bike
(1:54 min)

Tohmeta desthavêtinên cinsî li siyasetmedarekê MP

Hat weşandin tisdag 28 november 2017 kl 09.55

Siyasetmedarek di Partiya Jîngehê (MP) de bi desthavêtinên cinsî hatiye tohmet bar kirin.

Ev deh sal in jin şikyatê ji wê reftara wî mêrî dikin, lê ew hîn di ciyên bilind di nava partiyê de maye.

Keseka bilind di Partiya Jîngehê de ji rojnameya DN re diyar dike ku dema wê di partiyê de dest pê kirî ew li ser reftarên wî parlamenterî hatibû aghadar kirin. Bi gotina wê gelek kesên xwedî detshilat di partiyê de bi vî kesî û reftarên wî dizanî.

Lê berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin di P1 ya spêdeya îro de got ku beriya hefteyekê haya wî ji vê pirsgirêkê hebû. Û li gor wî gerek e ev ji partiya wî re wekî hişdariyekê be û bibe egera guhertinên mezin.

Bi gotina Gustav Fridolin ew kes dê niha navbirekê bide xebata xwe ya di nav partiyê de.

Ev kes hem xwedî rol bûye di siyaseta şaredariyê de û hem jî bûbû endamê parlemana Swêdê.

Sekretera Partiya Jîngehê Amanda Lind ji DN re dibêje ku wan beriya hefteyekê bi vê zaniye û wan yekser dest bi lêkolînekê kiriye û ew dê li ser hemî tohmetên li wî hatine kirin rabiwestin.

Piştî destpêkirina kampanya #MeToo bizava jinan ya li dijî heqaretpêkirin û destdirêjiyên cinsî her ku diçe berferehtir dibe. Li Swêdê jinan di her warekê civakê de dengê xwe bilind kirine û heta niha bêhtir ji 20 kampanyayên cor bi cor ji bo berhingarbûna kultura seksîsm û destdirêjiyan birêveçûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".