Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i en industrilokal med giftig rök som sprider sig österut mot Giraffens köpcentrum. Räddningsledaren uppmanar alla personer som befinner sig i området att bege sig därifrån. Ni som bor i området uppmanas att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Kalmar.
(Publicerat idag kl 17.16)
.دەزگای کەشناسیی سوید هۆشیاری پلە سێی بەهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند
Däckbyte.
Wêne: Fredrik Sandberg / TT
Guhdar bike
(1:15 min)

Înî roja dawiyê ya guhertina tekeran e

Hat weşandin tisdag 28 november 2017 kl 13.28

Li gor Birêvebriya Vaguhastinê (Transportstyrelsen) gerek e hemî tekerên erebeyan yan seyareyan yên havînê heta roja înî bêne guhertin bo yên zivistanê.

Teker yanî taîreyên zivistanê dikarin heta dawiya meha adarê li ser rêyên Swêdê bên bi kar anîn. Ev ji hemî rengên erebeyên sivik û giran digire yên li Swêdê di hereketê de ne. Ev rêdar nebes bo wan erebeyan e yên ku li Swêdê qeyd kirîne, lê herweha yên qeyda derveyî Swêdê hene û li Swêdê li kar in.

Tekerên mîxkirî (dubbdäck) dikarin di navbera 1 meha deh heta 15 meha çar bên bi kar anîn. Wê çaxê her şofêrek bi xwe dikare rewşa rêyê hilbisengîne bê ka ew şemitî ye û pêwîstî bi wan tekeran heye yan na. Ev ji bilî wan rêyên polîs bi xwe ji şofêran re dest nîşan dike ku divê ew li wan rêyan heta dawiya wextê destnîşan kirî wan tekerên zivistanê bi kar bînin.

Nebikaranîna tekerên zivistanê di wextê jê re destnîşankirî de, dê xwediyê erebeyê neçar bike ku 1200 kronan wekî ceza bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".