Mustafa Can och pjäsen
Yekem pîyesa Mustafa Can li ser jinên şervan ên Rojavayê Kurdistanê ye. Wêne: Magnus Neideman & Sveriges Radio
Rojava

Jiyana jinên şervan li şanoya Stockholmê tê nîşandan

6:33 min

Roja înê, li şanoya bajarê Stockholmê, Stadsteatern pîyesek, ango lîstikek teyatroyê li ser jiyana jinên di eniya şer de tê nîşandan. 

Ev şervan, jinên rojavayê Kurdistanê ne û nivîskarê lîstikê Mustafa Can e.

Ev çend heftî ne li Swêdê di bin nave #metoo de gotûbêjeke germ li ser acizkirinên cinsî heye. Pirsên uslûb, reft, têkiliyên navbera jin û mêran, kesên xwedîhêz û yên lawaz di raya giştî de ciyekî berfireh digre. Ji siyasetvanan heta bi hunermend û rojnamevanan, ji biranşên cuda bi hezaran kesan dengê xwe bilind kirine û dibêjin “êdî bes e”. 

Di heman demê de li Stockholmê pîyesek, ango lîstikek teyatroyê li ser jinên di eniya şer de tê nîşandan. Ev şervan, jinên rojavayê Kurdistanê ne û nivîskarê lîstikê Mustafa Can e.

Navê pîyesa ku Can nivîsandiye “Frontens Gryningsfärg” ango Rengê Fecera Eniyê ye û ev pîyesa wî ya yekê ye. 

Kurdiya Mustafa Can a ser piyan baş e, lê gava mijar tê ser meseleyên edebî ew dixwaze em bi swêdî dewam bikin û loma me bi swêdî jê pirsî bê fikrê nivîsandina vê lîstika teyatroyê ji ku hatiye.  

Çapemeniya cîhanê li Surucê konê xwe vedabû û berê kamerayên xwe dabû Kobanî. Keçên ciwan, hinekan ji wan ku berê tu caran neraştibûn sîlehê li hemberî artêşeke terorê ketibûn eniyê de. Artêşeke terorê ku di tarîxê de belkî jî nimûneyekê din ku mîna wan dijminatiya jinê dike nehatibû dînin.

Ev wextê ku Mustafa Can behs dike payiza dereng a 2014ê ye. Şerê Kobanî ye. Ew bi xwe jî li ser tixûb e û nivîsan ji rojnameyên Swêdê re dişîne.

Hingî bala hemû çapemeniya cîhanê li ser şervanên jin ên kurd e.

Weke keçên spehî yên ciwan, bi şarên rengîn, keçên ku dişibin Angelina Jolie di magazînên mezin ên cîhanê de cî girtin.

Mustava Can ev dîmenê ku beşekî ji çapameniya cîhanê daye neheq dîtiye. Loma dibêje wî bi nivîsa vê pîyesê, vê lîstika şanoyê xwestiyê bi çavê jinê şer tarîf bike, bêyî ku jinê weke alavek, weke obyektek bide nîşandan. Xwestiyê jinên ku bi pirsên mezin ên hunerê ve mijûlin, jinên xwedî xewnên mezin, xwedî evîn, bêrîkirin, ku dikarin di ber jiyanê de xwe bidine kuştin binivîse. Û dibêje gelek ji wan kesên ku serpêhatî, çîroka wan di pîyesê de tê behs kirin di şer de bi rastî hatine kuştin û îro ne li jiyanê ne.

Ev jin gelek caran mîna obyekt, mîna tişt hatine danasîn. Di rastiyê de ev keç û jinên fedakar in, dilsozên azadiyê ne. Ew şerekî ducepheyî dikin. Ji hêlekê ve şerê li hemberî Daişê û ji hêla din ve li hemberî qanûnên baviksalarî yên civaka xwe ew têdikoşin.

Û vê têkoşînê Mustafa Can tenê bi Kurdistanê ve, yan jî nava wextekî teng de nahêle. Li gor wî ev têkoşîn li her derê û her demê tê kirin. Salon, kuçe û kolanên Swêdê jî di nav de.

Mustafa Can, li Swêdê weke xwediyê qelemeke pir xurt tê nas kirin. Nivîsên wî yên edebî kiriye ku xelata mezin a rojnamegeriyê jî di nav de ew xelatên herî bi qîmet ên rojnamegeriyê bistîne. Heman serkeftin di vegotina wî de jî tê dîtin. Ji ber şêweyê xwe yê taybet ê behskirinê wî wek nimûne xelata mezin a radyoyê standiye.

Lê berya niha tu pîyesên wî nehatine weşandin. Îcar gelo ew ji nivîsa vê pîyesa xwe çiqas razî ye? Heman serkeftina di ware nivîsandin û vegotinê de em ê li vir jî bibînin?

Însanan dilê xwe ji te re vekirine, kirine destê te de. Tê vê çawa îdare bikî? Tê çi rêzê nîşan bidî, bêyî ku tu ji hunermendiya xwe tawîzan bidî. Ev dengeyeke dijwar e. Ji aliyê xwe ve ez bawer im min ev denge baş girtiye. 
 
Û eger min ev weke kitêbek binivîsanda, minê bigota ev hemû malê min e, lê di nivîsandina lîstikên teyatro de nivîskar nîvê kar dike. 
 
Niha bi nîşandana lîstikê re ez ê vî dilê di destê xwe de têxim destê mirovên din de. Nîvê din dimîne ser wan mirovên ku di şanoyê de dilîzin, sehnesaz in, rejîsor in, kesên deng û rengê dikê eyar dikin û xebatkarên din in.
 
Ez ji aliyê karê xwe ve baş memnûn im û ez bawer im ev wê bibe pîyeseke bihêz.

Ev hevpeyvîna bi Mustafa Can re bû ku pîyesa wî ya yekem “Frontens Gryningsfärg” roja înê, 1ê meha duwanzdehan li Stadsteatern li Stockholmê tê nîşandan.


Besir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".