.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Gerek e pêşdibistan zarokan hînî xweparastinê bikin

3:01 min

Hikûmet dixwaze hînkirina zarokan derbarê mafê wan yê parastina laşê xwe bibe îcbarî.

Ev pêşniyaz beşek e ji plana perwerdeyê ya nû ji bo pêşdibistanan ku niha tê amade kirin. Armanc ji vî rengê hînkirina zarokan rêgirtin e li ber desthavêtinan bo ser wan.

Yek ji wan pêşdibistanên ku dest bi vê perwerdeyê kirine pêşdibistana Berga li Esklistuna ye. Keça pênc-salî Vendela ku diçe wê pêşdibistanê hevoka "stopp min kropp" yanî raweste ev laşê min e, bi kar tîne.

Ew manaya wê hevokê zelal dike û dibêje ku ew wê bi kar tîne demê kesek destê xwe dirêjî dev, sîng, navling û kimaxên wê bike yan lê bixe û ji bo ku wî rabiwestîne jê re dibêje rawest e ev laşê min e.

Mamosteya pêşdibistanê Lisa Jisei ji buharê û hir ve dest pê kiriye zarokên dibistana xwe hînî wê dike ka ew çawa li hember hereketeke ew naxwazin, bisekinin û wan hînî hevoka raweste ev laşê min e dike.

Ev hevok ji rêbernameya rêxistina Rädda Barnens ya bi eynî navî hatiye wergirtin. Ew pirtûk wekî rêberekê ye ji bo yên mezin ka ew çawa bi zarokan re li ser destdirêjî û laş û mafê zarokan yê şexsî biaxivin. Piştî kampanya #metoo ev rêbername gelek di nava dêûbav û mamosteyên pêşdibistanan de belav bûye.

Her çiqas di plana niha ya dibistan û pêşdibistanan de derbarê entegrîteya şexsî heye lê hikûmet dixwaze babetê mafê zarokan yê şexsî bo laşê wan bikeve nava plana nû ya perwerdeya pêşdibistanan û ew bibe ders û ji hemî pêşdibistanan re îcbarî be.

Wezîrê perwerdeyê Gustav Fridolin armanca vê pêşniyazê zelal dike û dibêje ew giring e ji bo xebata wekheviyê di pêşdibistanan de.

Bi nerîna Fridolin ev herweha ji bo mafê zarokî yê şexsî û ji bo rêgiriyê li wê ku destdirêjî bo ser zarokan bê kirin giring e. Li gor wî ev dê bibe sedema ku kultureke baş di navbera kur û keçan û zarokan de li pêşdibistanan ciyê xwe bike. Tişta din ew e ku wextê zarok hîn dibin ku laş yê wan yê şexsî ye dikare bibe egera wê ku ew zarokê rastî destdirêjiyên cinsî bûne curet bikin behsa wê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".