Galaxia Elias.
Galaxia Elias. Wêne: Privat.

Gelek jin behsa destdirêjiyan nakin

4:10 min

Jinên di kultureke namûsparêziyê de dijîn newêrin behsa heqaret û destdirêjiyên seksî bikin.

Jinên ku di nav kultura şeref û namûsparêziyê de dijîn di bin kontrola mêran de ne. Ew nabe bi şev ji xwe re derbikevin û kuran bibînin û nabe beriya ku ew şû bikin, bi çi kesî re rabikevin. Piraniya wan jinan ji welatên Rojhilata Navîn tên.

Di vê heyama dawiyê de û li gel berferehbûna kampanya #MeToo, bi hezaran jinan vekirî behsa heqaret û destdirêjiyên li hember wan bûne kir.

Li gor Galaxia Elias rast e gelek jinên ji nava kultura namûsparêziyê tên rastî heqaret û destdirêjiyên seksî bûne, lê ew cesaret nakin behsa serhatiyên xwe bikin.

Galaxia di înternetê de kampanyayek bi navê #UnderYtan ji bo jinên di nav kultura namûsparêziyê de dijîn, dest pê kir. Her çiqa ew grupek girtî û nihênî ye, lê ew jin newêrin bi navê xwe behsa wan tadariyan yên li wan hatine kirin bikin.

Lewma Galaxia însiyatîf girt û hevpeyivîn bi şeş jinan re kir û serhatî û şahidiyên hinan ji wan, bê navên wan belav kirin. Ew hêvîdar e ku gelek jin cesaretê bidin xwe û tevlî vê kampanyayê bibin.

Ew jin di wan serhatiyên xwe de behsa destdirêjiyên cinsî yên li wan hatine kirin û zewaca bi tadarî di jiyê zaroktiyê de dikin.

Yek ji wan keçeke şazde-salî ye. Ew dibêje beriya wê bidin şû dayka wê ew bir bo cem doktorekî ji bo ku lê mêze bike ka perdeya wê ya keçîniyê maye. Doktor dayka keçê dixapîne û destdirêjiya cinsî dike ser keçê. Ew keç ji tirsa malbata xwe û kesûkaran newêre wê rastiyê eşkere bike.

Bi gotina Devin Rexvid, lêkolînerê pispor di warê şîdeta di kultura namûsparêziyê de, ew keç û jin ji ber civaka xwe şerim dikin behsa wan destdirêjiyên cinsî bikin û ji malbat û kesûkarên xwe ditirsin ku ew pê bizanin û wan siza bidin.

Li gor Rexvid di kultura kurdewarî de ew destdirêjiyên li keç û jinan tên kirin, di piraniyê de ji aliyê kesûkar û xizmên wan yên nêzîk ve tên kirin. Ew dibêje ji bo ku rê li van cure destdirêjiyan bê girtin divê ev kultura mêran ya namûsparêziyê bê guhertin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".