Kurdên Anadoliya Navîn
Kadir Çelik hevserokê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn e. Wêne: Besir Kavak & kurtler.com

Kurdên Anadoliya Navîn li Swêdê

9:24 min

Li Swêdê bi hezaran kurdên ji Anadoliya Navîn, bajarên mîna Konya û Ankara hene.
Ew kengî û çima hatine Swêdê?
Li vir bi giştî di çi rewşê de ne?
Çawa hewl didin nasname û zimanê xwe biparêzin?

Herçend hejmareke resmî nebe jî tê texmîn kirin ku li Swêdê zêdetir ji dehhezar kurdên ji Anatoliya Navîn hene. Bi hezaran jî li welatên Ewrûpa yên mîna Almanya û Awusturya bi cî bûne. Ev du sal in wan yekîtiyeke taybet a bi navê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ava kirine.

Platformê destpêka vê meha mijdarê li Stockholmê kongreya xwe li dar xist û du hevserokên nû hilbijartin. Yek ji wan kurdekî li Swêdê Kadir Çelik e û hevseroka din Meliha Dogan e ku li Almanya dimîne.

KURDÊN ANADOLIYA NAVÎN
Li navenda Tirkiyê, derdora bajarên mîna Ankara, Konya, Kirşehir û Kayseriyê nêzîkê 300 gundên kurdan hene. Di van 40-50 salên dawî de ji van gundan bi dehhezaran kes hatine li Ewrûpa bi cî bûne. Ji van gişan re Kurdên Anadoliya Navîn tê gotin.

Lêkolîn nîsan didin ku piraniya van kurdan di demên cuda yên Osmanî de ji ber sebebên cihê koçî vê herêmê kirine. Rişwanî, Canbegî û Şêxbizinî eşîrên mezin ên kurdên Anadolê ne.

Piraniya kurdên Anadoliya Navîn zaravayê kurmancî diaxivin, lê herwiha li hin herêman zazakî tê axavtin û heçî kurdên şêxbizinî ne zaravayê wan dişibe feylî. Ji aliyê mezhebî ve jî piranî sunî ne, lê gelek ji kurdên derdora Kayserî elawî ne. Yanî kurdên Anadoliya Navîn bi pirrengiya xwe mînyatureke Kurdistanê ne.

KOÇBERIYA BI NEYTA 5 SALAN BÛ 50 SAL
Di salên 1960î de Tirkî welatekî feqîr e. Di heman demê de li Ewrûpa sanayî pêş dikeve û karker lazim in. Cara pêşî hingî gelek kurdên Anadolê weke karker têne Swêdê.

Yên ku di destpêkê de hatibûn nevegeriyan. Berovajî, wan zarokên xwe anîn, zarokên geleka ji wan bi kesên li welêt re zewicîn û li vir hêlînên xwe danîn. Bi vî rengî hejmara wan her bilindtir bû. 

Bi demê re li Swêdê karê fabrîqeyan kêmtir bû. Loma zarokên karkerên ji Anadolê derbasî branşên din bûn. Halê hazir bi taybetî di karê restorant û piza de kurdên Anadolê li Swêdê xwedî ciyekî girîng in. Lê Kadir Çelik dibêje nifşên nû êdî gav bi gav ji vê branşê jî dûr dikevin.

Di vê dema ku sebeba gelek pirsgirêk û serêşiyên Swêdê bi penaberan ve tê girêdan, kurdên Anadolê bi giştî weke grûpeke serkeftî têne hesibandin. Herçend asta xwendinê ya kesên destpêkê hatibûn ne bilind jî bû lê ew karkerên jêhatî bûn. Bi nifşên nû û bilindbûna asta xwendinê re êdî kurdên Anadolê li gelek meqamên girîng ên Swêdê îro cî girtine.

XETERA ASÎMÎLEBÛNÊ
Kurdên Anadolê ku bi sedsalan, mîna giravên di nîvê deryayê de ziman û çanda xwe parastine îro bi terkkirina cihûwar, pêşveçûna teknolojiyê û rewşa kurd ya giştî re xetera asîmîlebûnê di nav wan de jî pir zêde bûye. Kadir Çelik dibêje hedefa wan ya sereke bi platforma ku wan damezirandiye bergiriya vê asîmîlebûnê ye.

Herçend hişyariyeke neteweyî ya xurt di nav kurdên anadoliya navîn de hebe jî qismek ji kurdên anadolê yên li Swêdê jî nêzîkî desthilatdariya Tirkiyê ne. Egerên vê yên siyasî, aborî û civakî hene. Kadir Çelik dibêje ew hewl didin xwe bigihînin tevahiya kurdên Anadoliya Navîn bêyî ku nêrînên siyasî ber bi çav bigrin, lê di şerê navbera Tirkî û kurdan de ew weke platform terefek in, xwedîhelwesteke zelal in.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".