Ny sedlar.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Alîkariya sosyalê tê zêde kirin

1:44 min

Hikûmet îro biryara zêdekirina pereyê alîkariya sosyalê dide. Ev tê wê manayê ku dêûbavekê bi tenê û du zarok hebin dê mehê 570 kronan zêdetir ji niha bistîne.

Ev zêdekirin ji bo wî dêûbavê xwedî zarok e û alîkariyê ji Daîreya Alîkariyên Civakî (socialtjänsten) werdigire. Ji ber ku wextê dêbavên xwedî zarok pereyê alîkariya zarokan bistînin, hîngê daîreya sosyalê wî pereyî wekî dahat jê re dihesibîne û ji ber wê, li aliyê din pereyê wan yê alîkariya sosyalê kêm dike.

Normal demê pereyê alîkariya zarokan tê zêde kirin pereyên dêubavên xwedî kar û zarok zêdetir dibe. Lê ev ne halê wî dêûbavî ye, yê bi tenê, yê bê kar û pereyê alîkariya sosyalê distîne.

Heta eger dewlet pereyê alîkariya zarokan zêde bike, şaredarî li hember wê zêdekirinê pereyê alîkariya sosyalê bo dêûbavî kêm dike. Hikûmet bi vê zêdekirinê dixwaze norma sernaserî bilind bike.  

Bi gotina Åsa Regner wezîra zarok, kal û wekheviyê ya herî giring ji bo aboriya malbatan û dêbavekê bi tenê bi zarokan re, ew e ku ji xwe re karekî peyda bike. Lê ku ew çê nebe, ev alîkarî dê rewşa zarokan çêtir lêbike.

Hikûmetê beriya niha ragihandibû ku ew dê di sala 2018ê de 200 kronan li ser pereyê alîkariya zarokan zêde bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".