Mobîltelefon di erebeyê de.
Wêne: FREDRIK SANDBERG / TT

Êdî ajotina erebeyê û telefon di destî de nabe

1:55 min

Ji 1 meha du ya sala 2018ê nabe mirov erebeyê bajo û mobîltelefon di destî de be. Hikûmet vê, tevî hinek rêkarine din yên nû di trafîkê de îro radigehîne.

Wezîrê avahiya bingehîn (infrastruktur) Tomas Eneroth vê biryara hikûmeta xwe zelaltir dike û dibêje mebesta wan ew e ku destên şofêrî di demê ajotinê de li ser stêrinê erebeyê bin.

Tomas dibêje nabe mirov di demê ajotinê de çi amrazên wekî telefonên destî bi kar bîne, ji ber ku ew weha dike ku dîqeta mirovî nemîne li ser ajotinê.

Li gor biryara ku ji 2013ê û heta niha li trafîkê li kar e nabe mirov mobîltelefonê di demê ajotinê de bi awayekê weha bi kar bîne ku zererê bigehîne ajotinê.

Ev biryara nû bikaranîna destî ya mobîltelefonê di demê ajotinê de qedexe dike. Ev dikare bibe dawiya çerxê şandina mail û smsan bi telefonê di demê ajotinê de.

Gelek kes bi wê bawerê ne ku bikaranîna telefonê di demê ajotina erebeyê de sedema gelek bûyerên trafîkê ye.

Polîsê trafîkê li Växjö Tyko Pattberg bi vê biryarê dilxweş e. Bi nerîna wî telefon bala mirovî ji trafîkê dûr dixe û çend saniye bes in ku ew bibe egera bûyerekê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".