.
Wêne: Alvaro Barrientos

Swêd alîkariya keçan li Afrîqayê dike

1:22 min

Dezgeha yarmetiyê SIDA dê 400 milyon kronan bide çar organên Neteweyên Yekbûyî (UN) ji bo projeya wan ya li Lesotho, Malawî, Uganda, Zambiya û Zimbabwê.

Ev alîkarî ya bo van pênc welatên başûrê Afriqayê dê di hundurê çar salan de bê dan û ew ji bo wan keçên ciwan e yên li ber xeterê ne.

Armanc ji vê alîkarî û vê projeyê ew e bihemilbûna nexwestî, mirina dayikan, belavbûna Aidsê û tehdeyên cinsî kêm bikin. Ev pere wekî nimûne dê ji bo perwerdekirina karmendên saxlemiyê û xebatine din bên bi kar anîn.

Dag Sundelin berpirsiyara wê grupê ye ku di nav SIDAyê de li ser pirsgirêkên cinsî, çêtirkirina saxlemiyê û mafan li Afrîqaê kar dike. Li gor ajansa nûçeyan TT, Sundelin di axiftineke çapemeniyê de ragihand ku bi vê alîkariya wan dê ew û rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UN) pev re li ser astengên li wê herêmê hene kar bikin.

Rast e ji ber alîkarî û xebata li başûr û rojhilatê Afrîqayê tê kirin belavbûna Aidsê kêm bûye, lê hîn li wê herêmê heftane 4 000 keç û jinên ciwan wê nexweşiyê digirin.

Doh roja cîhanî ya berhingarbûna Aidsê bû û SIDAyê ew alîkariya xwe her bi wê munasebetê ragihand.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".