Kent Ekeroth.
Kent Ekeroth. Wêne: Claudio Bresciani/TT

Dadgehê biryara bêsûçbûna Kent Ekeroth da

1:31 min

Dadgeha îstinafê îro biryara bêsûçbûna Kent Ekeroth, endamê parlemana Swêdê yê partiya Demokratên Swêdê (SD) da.

Parêzerê wî Johan Eriksson dibêje ew şehdeyî û belgeyên dadgeha destpêkê hukmê xwe li ser avakiribû têra wê nekir ku Ekerothî sûçdar bikin.

Her çiqa Kent Ekeroth ji aliyê dadgeha îstinafê ve ji tuhmetan hat azad kirin, lê partiya Demokratên Swêdê naxwaz ew dîsan, wek nûnerê partiyan wan, vegere ser karê xwe li parlemanê.

Mattias Karlsson serokê koma Demokratên Swêdê li parlemanê Swêdê dibêje, ji ber gelek reftarên wî baweriya piraniya xelkî pê nemaye û ji ber vê jî ew wî naxwazin.

Par sal, meha yazde, nobedarê klubeke şevê li navenda Stockholmê nehişt Ekeroth derbasî nava klubê be. Her li wê derê devjeniyek di navbera wî û kesekê di rêza wê klûbê de çêbû û Ekeroth bi lêdana wî kesî hat tohmetbar kirin.

Ew îsal ji aliyê dadgeha destpêkê ve wekî sûçdar hat dîtin û bi cezayê peredanê hat sizadan. Ekeroth ew biryara dadgehê li cem dadgeha îstinafê îtiraz kiribû û wê ew îro ji wê tohmetê azad kir.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".