Wezîrê maliya bazarî Per Bolund .
Wezîrê maliya bazarî Per Bolund . Wêne: Hossein Salmanzadeh/TT

Şertên nû bo deyndanê hatin ragihandin

1:56 min

Doh hikûmetê pêşniyaza çavdêriya malî (finansinspektionen) ya zêdekirina deyndanê erê kir.

Li gor vî şertê nû her malbata deynekê 4.5 caran bêhtir ji dahatê xwe yê li ser hev yê malbatê, yê beriya jêdana bacê, ji bo kirîna xaniyan qer bike, divê 1% li qestê deyndana xwe ya salane zêde bike.

Wezîrê maliya bazarî Per Bolund doh diyar kir ku ev şertê nû ji bo deyndarên nû ye û ji 1 adara 2018ê dest pê tê kirin. Bi gotina wî ew dixwazin bi vê xetera çêbûna krîzeka aborî li Swêdê û herweha xetera li ser xwediyên deynên mezin kêm bikin.

Ev tê wê manayê eger kesek 3 milyon kronan deyn bike, divê ew mehane 2 500 kronan pitir ji ya niha heyî bide. Armanc ji vê zêdekirinê li gor Per Bolundî ew e ku deynên swêdiyan kêmtir lê bikin.

Ji havîna parsal û bi biryara hikûmetê dana beşekê deynî her salê bû îcbarî. Yanî deyndarên nû yên deynê wan bêhtir ji 70% ji qîmeta xanî bû, meçbûr bûn salane ji deynê xwe yê giştî 2% vegerînin. Yên deynê wan di bin 70% ji qîmeta xanî bû 1% wek qistê salan didin heta ku deynê wan dadikeve 50% ji qîmeta xanî. Ev şertê nû jî li ser van zêde dibe.

Ji destpêka payîzê buhayê xaniyan li bazarî dest bi daketinê kiriye û hinek vî wextî bi nemunasib ji bo gaveke weha dibînin.

Peyivdarê malî-siyas yê partiya Liberalan Mats Persson rexne li vê zêdekirina di teqsîtê de dike û bi dîtina wî ev dê bibe asteng li ber ciwana û kirîna xaniyan. Herweha Carolina Stegman jî seroka Federasyona sîmsarên malûmilkan vê bi lêxistinek dijwar ji bo grupên wekî ciwanan dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".