.
Wêne: BERTIL ERICSON

Bêkarî di nava ciwanan de kêm bûye

1:46 min

Li gor raporeke nû ya Daîreya Karî (Abetsförmedlingen) bêkarî di nav ciwanan de ya herî nizim ya di van deh salên dawiyê de ye.

Di meha neh de 55 000 ciwanên di navbera 18 û 24 saliyê de, xwe li cem Daîreya karî qeyd kiribû. Ev hejmar nîva wê hejmara berî pênc salan e.

Lê her weha ferqî di navbera wan ciwanên lîse timamkirine û yên ew bi dawî neanîne heye.

Birêvebrê giştî yê Daîreya Karî Mikael Sjöberg dibêje ciwanên lîse xwendine derfetek pir baş ji bo bidestxistina karî heye, lê yên lîse timam nekirine gelek zehmet e ciyê pêyê xwe di bazara karî de bikin.

Sjöberg sedemên vê kêmbûna bêkariyê di nav ciwanan de vedigerîne bo bazara karî ya bihêzbûyî, kêmbûna ferqa di nava vî nifşê ciwanan de û herweha guhertina di awayê karmendpeydakirinê de li cem xwedî karan. Xwediyên karî şertên xwe yên damezrandinê yên girêdayî xwendin û tecrubeya karî kêm kirine.

Daîreya Karî li ser daxwaza hikûmetê û bi merema kêmkirina bêkariyê di nav ciwanan de, ji sala 2014ê dest da projeyeke, bi navê 90 rojên garantî kirî. Li gor wê projeyê gereke ciwanê bêkar, yê xwe li cem Daîreya Karî qeyd bike, bikare di nava 90 rojan de û bi alîkariya Daîreya Karî xwendinekê yan karekî ji xwe re peyda bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".