Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Serokên heşt partiyên swêdî.
Serokên heşt partiyên swêdî. Wêne: TT/Montage
Guhdar bike
(2:08 min)

SCB: Sorûkesk ji Hevbendiyê mezintir in

Hat weşandin tisdag 5 december 2017 kl 10.16

Bîroya statîstîkê ya navendî (SCB) îro pîvandina xwe derbarê partiyên Swêdê û desteka dengderan jê re ragihand.

Li gor vê pîvandinê partiyên sorûkesk pev re 43,4% destek heye li hember hevbendiya mixalefetê ya ku 39,2% heye.

Eger niha hilbijartin bûya dê partiya Sosyaldemokratan (S) li gel partiya Jîngehê (MP) ku niha di desthilatê de ne, pêk ve 36,4 ji dengên dengderan wergitibûna.

Desteka herî zêde di vê pîvandinê de ji bo Partiya Moderatan (M) û partiya Sosyaldemokratan (S) e. Partiya Demokratên Swêdê (SD) di hevberkrinê de li gel pîvandina ku meha pênc ya îsal hatibû kirin gelek daketiye.

Du partî jî di bin sinorê ketina nav parlemanê de ne û ew jî Partiya Jîngehê (MP) û partiya Demokratên Mesîhî (KD) ye.

Sekretera Partiya Jîngehê (MP) Amanda Lind vê daketina desteka dengderan bo partiya xwe baş nabîne. Lê ew di wê bawerê de ye ku piştgiriyek mezin ji bo budceya wan ya kesk, ji siyaseta wan derbarê ciwanên nûhatî û baca sefera bi balafiran re hebû û ew dê bi ciddî li ser xebata xwe berdewam bin.

Eger di hilbijartinên bên de desteka ji bo Partiya Jîngehê (MP) bi vî rengî be, ew dê nekeve nava parlemanê. Ev tê wê manayê dê Sosyaldemokrat ji bo çêkirina hikûmetê mecbûr bin hevbendiyê bi partiyeke din re çê bikin.

Bîroya statîstîkê ya navendî (SCB) salê du caran pîvandinê derheqê desteka dengderan ji bo partiyan dike. Yek di meha pênc de hatibû kirin û ev jî encamên wê ne ya ku di meha neh de hatiye kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".