Sadeq al-Ghaffari
Sadeq al-Ghaffari Wêne: Anna Landelius/Sveriges Radio

Du sal in û hevpeyivîna îqameyê temam nebûye

2:28 min

Ev du sal in û hêj hevpeyivîna ji bo îqameyê ya doktorê 27-salî Sadeq al-Ghaffari temam nebûye.

Sadeq al-Ghaffari di meha deh ya sala 2015ê de û piştî sefereke dûr û dirêj, xwe ji Îraqê gihande Swêdê. Wî ji Daîreya Koçê (Migrationsverket) li Malmö daxwaza mafê îqameyê li Swêdê kir. Di adara îsal de, dê Daîreya Koçê hevdîtin li ser îqameyê pê re kiriba lê ew nehat kirin.

Ew heta niha çar caran ji bo hevpeyivînê ji aliyê Daîreya Koçê ve hatiye vexwendin, lê her carê û ji ber egerekê hevpeyivîn çê nebûye. Yan lêkolînerê ku dê bi wî re hevdîtin bikira nexweş bû, yan jî wergêr amade nebû. Sadeq dibêje:

- Di destpêkê de, cara yekê û duyê ez gelek xeyidîm, lê ez niha lê rahatime, sîstema Swêdê weha ye. Divê mirov li bendê bimîne û bimîne. Ev jiyan e û ez nikarim tiştekî jê biguhorim.

24ê meha deh ew ji bo cara çarê hatibû vexwendin, lê hevpeyivîn dîsan hat paşxistin û sebeb jî her wekî ji wî re hatibûn gotin nebûna wergêrî bû.

Sadeq al-Ghaffari li Îraqê fekulteya bijîşkî xwendiye. Ew dixwaze feydeyî ji vî wextê li bendîmanê bibîne û wî niha hizra xwe daye ser temamkirina xwendina xwe û bidestveanîna destûra doktoriyê li Swêdê.

Di halê hazir de mirov dora 417 rojan dimîne li benda bersiva daxwaza xwe ya îqameyê. Beriya du salan 229 roj bûn. Li gor rapora herî dawî ya Daîreya Koçê dê di hundirê 2107ê de hejmareke kêmtir ya daxwaznameyan ji wê ya çaverêkirî bû bêne bersivdan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".