Jerusalem.
USA kan vara på väg att flytta sin ambassad i Israel. Wêne: TT

Dibe ku Amerîka sefareta xwe bibe Qudsê

2:28 min

Dibe ku îro Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara veguhastina sefareta xwe ya li Tel Abîb bo Qudsê rabigehîne.

Vê înyeta Amerîkayê nebes welatên erebî û misilman êciz kirine, lê herweha wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström jî biryareke ji vî rengî bi karesat bi nav dike. Wê di rê de bo civîna bi wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî re li Brukselê got:

- Ev karesat e. Ev dê bibe egera gelek karvedan û tevliheviyan. Lê niha behsê çareyine din tê kirin, bila em li pêşiyê bibînin ka mebest ji van gotinan çi ye.

Li gor agahdariya ku wezîra derve ya Swêdê Wallström ji wezîrê derve ye Amreîkayê Tillersonî bihîstiye ew e ku Donald trump dê îro derbarê siyaseta welatê xwe li rojhilata navîn biaxive.

Bi gotina nûçegihanê Radyoya Swêdê Jan Andersson, wezîra karûbarên derve ya Yekîtiya Ewrupayê Federica Mogherni jî piştî civîna xwe ya bi Tillersonî re di konferanseke çapemeniyê de got ku YE li gel pêvajoya aştiyê û çareya du dewletan e.

Ajansa AFP diyar dike ku Trumpî doh bi telefonê ji serokê filestînî Mahmud Abbasî re gotiye ku ew dixwaze sefareta welatê xwe ji Tel Abîb bibe Qudsê.

Bi gotina AFP Abbasî hişdarî li ser derencamên xerab yên biryareke weha û bandora wê ya nebaş li ser pêvajoya aştiyê daye. Herweha Trumpî derheqa vê înyeta xwe telefona serokine din jî kiriye, wekî qiralê Urdûnê.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Ardoganî dijatiya welatê xwe bo biryareke ji vî rengî di axiftineke xwe de berçav kir. Wî ji serokê amerîkî re got:

- Axayê Trump, Quds ji misilmanan re xeta sor e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista