Lêkolîner Mari Heidenborg.
Utredare Mari Heidenborg. Wêne: Stina Stjernkvist/TT

Pêşniyazek bo rawestandina zewaca zarokan

2:09 min

Zewaca bi zarokan re dê li Swêdê neyê qebûl kirin. Lêkolînera teybat ya hikûmetê Mari Heidenborg pêşniyazeke weha pêşkêşî hikûmetê kir.

Ew derbarê pêşniyaza xwe dibêje:

- Ez pêşniyaz dikim ku ew zewaca li derveyî Swêdê çêbûye û yek ji yên di wê zewacê de di bin 18-saliyê de be, qet li Swêdê neyê qebûl kirin.

Guhertinek weha di qanûnê de dê wergirtina îqameyê li Swêdê, ji bo wan jinûmêrên ku yek ji wan di bin 18-saliyê de ye zehmet bike. Û dê zewaceke weha ji aliyê qanûnî ve li Swêdê neyê erê kirin.

Helen Fritzon wezîra koçê û cîgira wezîrê edaletê diyar dike ku ev pêşniyaz bi xeta hikûmetê re ye, ya ku xebatê dike ji bo ku zarok wekî zarok bijî.

Ji lêkolîneke di sala 2016ê de hatibû kirin diyar dibe ku 132 zarokên zewicî li Swêdê hebûn û ji wan 129 keç bûn. Lê ev qanûna nû ji wan nagire, ew dê ji bo wan be yên ku piştî 1 meha yek ya 2019ê tên Swêdê.

Li hinek welatên Yekîtiya Ewrupayê zewaca 16-saliyan û serde qanûnî ye. Mari Heindenborg û ji bo ku nakokî bi qanûnên YE re çê nebe dixwaze ku awarteyek di qanûnê de hebe.

Yek ji kesên rexne li ser hebûna awarteyê di vê qanûnê de Ola Johansson ji partiya Navendê (C) ye, Ew hêvîdar e ku hikûmet guhdariya partiyên hevbendiyê bike yên ku dixwazin çi zewaceke di bin 18-saliyê de neyê qebûl kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".