Jabar Amin
Jabar Amin Wêne: Maja Suslin/TT

Jabar Amin xwe namzed nake

1:14 min

Jabar Amin endamê parlemanê ji Partiya Jîngehê îro di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku ew dê xwe careke din namzed neke.

Partiya Jîngehê li herêma Västebotten ji bo destnîşankirina namzedên xwe bo parlemanê hilbijartineke navxweyî kir. Navê Jabar Amin li serê herî jor yê lîsteyê bû. Niha wî bi xwe biryar daye xwe namzed neke.

Ew hilbijartina navxweyî rastî rexneyên komîteya rawêj ya seranserî ya partiyê bû. Li gor Televîzyona Swêdê SVT, Jabar amin çi gotinekê derbarê vê nake, lê ew weha egera nenamzedkirina xwe berçav dike :

- Hemî dizanin ku ez yek ji wan dengên koma parlemanî ya Partiya Jîngehê me yên ku rexneyên wan li ser kompromîsên birêveberiya partiya me hebûn. Ew kompromîsên bûne egera daketina 45% ji desteka dengderan bo partiya me û ji destdana endaman.

Bi gotina Jabar Amin ew vê dawiyê gihiştiye wê rastiyê ku mirov nikare guhertinên mezin di nav şertên weha de bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".